Masîpehnik bi destê dewletê tê tinekirin

Tevî ku navendên hilberîna Masîpehnik (kefal) di bin parastinê de ye jî, ji ber avakirina navendên ji bo xwedîkirina qazan ên ji aliyê dewletê û rayedarên wê ve dibe sedemê nifşên Masîpenikan tine bibin.

Li navçeya Erdîş a Wanê li herêma ku weke Benda Masiyan tê zanîn, çewlika ku aîdî Saziya Înfaz a Ceza ya Giran a Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ku li peravên çemê Delîçay a ji bo hilberîna masiyan cihekî yê koçê ye, hatiye avakirin, cihê zêdebûna Masîpehnikan tehdît dike.

Saziya Înfaz a Ceza ya Giran a Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ev 5 sal in li Benda Masî ya Erdîşê ku weke navenda Masîpehnik zêde dibine, li çewlika ku qaz lê xwedî dikin kar dike.

Çewlika ku bi sedan qaz lê ne bi hêk û çêlikên Masîpehnikan tên xwedîkirin.

Cihê ku çewlika qazan a ji aliyê Saziya Înfaz a Ceza ya Giran a Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ve hatiye avakirin, hem cihekî yê ji bo zêdebûna Masîpehnikan û heman demê cihekî xwezayî ye ku bi salane welatî serdana wê dikin.

Qada ku çewlika qazan lê hatiye avakirin cihekî giraveke ku bi Gola Wanê û Çemê Delîçayê re dibe yeke. Ev cih bi avakirina çewlika qazan re li welatiyan hatiye qedexekirin.

Li cihê zêdebûna masiyan tenê qaz lê ne. Qad ji bo rayedarên dewletê cihekî bêhnvedan û heman demê avakirina cihên ji bo wan e.

Tevî ku navendên hilberîna Masîpehnik (kefal) di bin parastinê de ye jî, ji ber avakirina navendên ji bo xwedîkirina qazan ên ji aliyê dewletê û rayedarên wê ve dibe sedemê nifşên Masîpenikan tine bibin.

Masîpehnik ê ji bo 30 hezar kesî weke çavkaniyeke ya debarê ye, tevahî demê qedexeya girtina wan ji bo her kesê biçe nêçîra wan Hezar û 650 TL pere ceza lê tê birîn. Dewleta ku ji bo welatiyan bi hezaran lîre ceza tê birîn, bi çewlikên qazan ên li herêmê avakirî, dibe sedemê tinebûna Masîpehnikan, hem jî pere qezenç dike.

Welatiyê bi navê Nesîm Dûman ê nerazîbûn nîşanî avakirina çewlika qazan û dîsa avahiyê ji bo rayedarên dewletê li qadê hatine çêkirin da, anî ziman ku çewlika qazan ziyanên mezin  dide Masîpehnik û hêkên wan. Dûman diyar kir ku divê çewlika qazan tavilê bên rakirin.

Welatiyek din jî ê Wanî jî diyar kir ku dewlet qada zêdebûna hilberîna Masîpehnikan veguherandiye qadeke ya rantê, ji ber çewlika qazan qad li welatiyan hatiye qedexekirin.