CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Efrîkayê qirêjiya hewayê bêhtir dikuje
Li Efrîkayê van deh salên dawî ji ber zêdebûna demografîyê û rabûna aboriyê qirêjiya hewayê gefê li tendiristiya bi milyonan mirov dixwe. -
Maske ziyaneke mezin didin sirûştê
Ji ber Covîd-19'ê maskeyên ku careke têne bikaranîn û avêtin ziyaneke mezin didin sirûştê. -
Li Ewropayê problemên tendistiyê û hînbûyinên ciwanan
Li gorî lêkolîneke ku li welatên Ewropayê hatî kirin li nav ciwanan bikaranîna torên sosyal zêde bûye, her ku rewşa aborî baştir dibe tenduristî xirab dibe. -
'Çemê Zîlanê divê bi rengekî azad biherike'
Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kaçlik nerazîbûn nîşanî HES'an da yên li Geliyê Zîlan tên çêkirin û got, "Mîna Heskîfa dîrokî divê bendê danînin pêşiya çemê Zîlanê. Dîrok û xwezaya me divê neyên qetilkirin." -
Ekolojîst Algedîk: Kapîtalîzmê maskeyek jî çênekir
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ekolojîst Onder Algedîk têkildarî bandora kapîtalîzmê ya li ser vîrûsa koronayê got, "Kapîtalîzm dixwaze mirov û xwezayê talan bike. Maskeyek jî hilneberandin." -
Penîrê bi sîrik li ser dezgehan e
Penîrê bi sîrik ê yek ji xweşiya xweser a bajarên Bakurê Kurdistanê û di warê aborî de xwedî nirx e, bi dest û keda jinan tê hilberîn, weke çavkaniya jiyanê ya gel û esnafan e. -
'Li Zîlanê wê vê carê ekolojiyê talan bikin'
MEH'ê bal kişand ser HES ên li Geliyê Zîlanê tên çêkirin û diyar kir ku li herêma sala 1930'î komkujî lê hate kirin, vê carê jî wê talaneke ekolojîk bê kirin. -
Xirîstiyan û Misilman wê bi hev re ji bo Covîdê dia bikin
Papa Francîs û meleyê bi navê Ahmet El Tayyip ê li Qahîreyê ji bo bidawîbûna pandemiyê wê di dawiya meha Remezanê de bi hev re dia bikin. -
Amazon tê qelandin
Di çar mehên pêşî yên 2020'an de li Amazonan gelek dar hatin qelandin. -
Ji ber barîna teyrokê zirareke mezin gihişte cotyarên Kerkûkê
Dexl û danên cotyarên Kerkûkê beriya ku werin dirûtin, ji ber barîna teyrok û barana dijwar zirar dît. -
Xwezaya Geliyê Zîlan tê qetilkirin
Geliyê Zîlan ê di dîroka komarê de yek ji qetlîamên herî mezin lê hate kirin, niha xwezaya wê jî tê qetilkirin. Bi avakirina HES’an hem êrîşî xweza hem jî êrîşî nifûsa wê tê kirin. -
Pincarê çiyê hem derman e hem jî debar e
Bi biharê re li çiyayên Kurdistanê gelek celebên pincaran şîn bû. Pincarên ku li çiyê tên hevdan, çavkaniyeke şêniyên herêmê ye. -
Li Îkîzkoyê birîna darên zeytûnan ji aliyê gel ve hate astengkirin
Gundê Îkîzkoy a ku girêdayî navçeya Mîlas a Mogla yê xebatkarên Firmaya Santrala Termîkê ya Yenîkoyê qedexeya derketina ji derve ji bo xwe wekî fersent dibînin, xwestin darên zeytûnan bibirin. Gel nehişt dar werin birîn -
Masîpehnik bi destê dewletê tê tinekirin
Tevî ku navendên hilberîna Masîpehnik (kefal) di bin parastinê de ye jî, ji ber avakirina navendên ji bo xwedîkirina qazan ên ji aliyê dewletê û rayedarên wê ve dibe sedemê nifşên Masîpenikan tine bibin. -
Bi kêmbûne qirêjiya hewayê bi hezaran zindî ji mirinê xilas bûn
Di çarçoveya tedbîrên têkoşîna li hemberî pandemiya Covîd-19 hatî girtin de, bû sedem ku qirêjiya hewayê kêm bibe. Tê texmînkirin ku vê kêmbûnê li Ewropa yê pêşî li mirina 11 hezar zindiyan girtiye. -
Metirsiya li ser faûna Antarktîkayê mezin dibe
Li Antarktîkayê ku ji ber germahiya global xwezaya wê xera dibe, zindiyên deryayê yên cûda mîna mîdye zêde bûne ku ev yek cihê fikarane. -
Li Kurdistanê wextê Guldexwînê ye
Guldexwîn li çiyayên Colemêrgê şîn bû. Kulîlka Guldexwîn ku bi biharê re li ser çiyê şîn dibe, mehekê naçilmise. -
Av paqij bû, xeml û bedewiya Venedîkê xuya kir
Piştî ku ji ber pandemiya vîrûsa koronayê liv û tevgera mirovan rawestiya, ava li Venedîkê jî paqij bû. Bi paqijbûna vê re xeml û rewşa Venedîkê jî xuya kir. -
Gelê Nubye ji bo hebûnê li ber xwe dide
Gelê Nubye ku xaka wan di navbera Misir û Sûdanê de hatiye parçekirin, ji bo parastina ziman û nasnameya xwe ya li ber tunebûnê ye, têdikoşe. -
Kêzik kêm dibin, eko-sîstem dikeve nava rewşeke metirsîdar
Ji bo parastin û pêşveçûna sîstema ekolojiyê ya cîhana me, kêzik xwedî roleke girîng in. Kêmbûna hejmara wan a ji ber mirovan, cihê fikaran e. -
Li gundê Muluyê li dijî ocaxa keviran kampanya
Di navbeyna gundê Mulu yê Dersimê û navenda Dersimê de ocaxeke keviran ev 15 salan dixebite. Ji bo ku ev ocaxa keviran were sekinandin kampanyaya îmzeyan dest pêkir. -
Geliyê Îdirê di bin gefa tinebûnê de ye
Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk bal kişand ku HES a ku li ser Çemê Arasê bê çêkirin wê Geliyê Îdirê zuha bibe, wê çandinî û lawirvaniyê tine bike û gel mexdûr bibe. -
Koça herî mezin a masiyan dest pê kir
Masiyê Gola Wanê ku li dinyayê tenê li Wanê heye, bi 15'ê Nîsanê qedexeya nêçirvaniyê re dest bi koçê kirin. -
Perwerdehiya bê înternet û kompîtirê: Weknehevî mezin dibe
Li tevahiya cîhanê 800 milyon zarok ne xwedî kompîtirê ne, ji ber ku wê nikaribin li ji perwedehiya ji dûr ve sûd werbigirin ev dibe problemeke giran e. -
Ji madeyên paqijiyê gelek mirov bi jehrê ketin
Ji ber qedexeya derketina derve û fikara belavbûna vîrûsê, mirov bi giranî li malê dimînin û madeyên paqijiyê bi kar tînin. Lê belê têkildarî rîska jehrbûna ji ber madeyên paqijiyê hişyarî hate dayin.