Xirîstiyan û Misilman wê bi hev re ji bo Covîdê dia bikin

Papa Francîs û meleyê bi navê Ahmet El Tayyip ê li Qahîreyê ji bo bidawîbûna pandemiyê wê di dawiya meha Remezanê de bi hev re dia bikin.

Nûnerên her du dînên mezin tevî kesên ji mezhebên cihê li hemberî pandemiyê banga diayê ya navneteweyî kirin.

Papa li Vatîkanê di dema ayîna sibehê de got; “Em li dijî hev dia nakin. Dînek ne li dijî ya din e. Em mirov dibin yek.”

Meleyê El Ezherê yê li Qahîreyê jî got: “Ji bo ku mirov ji vê êşê rizgar bibin û zanyar derman bibînin em li ber Xwedê bigerin.”

Papa Francîs ê ku nûnerê 1,3 milyar katolîkan e got ku; “Bila Xwedê dawî li vê trajediyê bîne.”

Bi vê hewldanê de Komîteya Bilind a Biratiya Mirovayetiyê hate avakirin. Roja diayê ya navneteweyî jî ji aliyê vê komîteyê hate diyarkirin.