Kêzik kêm dibin, eko-sîstem dikeve nava rewşeke metirsîdar

Ji bo parastin û pêşveçûna sîstema ekolojiyê ya cîhana me, kêzik xwedî roleke girîng in. Kêmbûna hejmara wan a ji ber mirovan, cihê fikaran e.

Li cîhanê, kêzik xwedî roleke girîng in, bi taybetî yên ku dibin sedem ku bizirên nebatan li derdorê belav bikin. Her wiha ji ber ku xwarina gelek cûreyên çûkan e, kêzik ji bo parastina eko-sîstemê, pêwîst e.

Rola kêzikan a ji bo eko-sîstemê tê zanîn, lê belê tunebûna wan ji ber sedemên ji mirovan, cihê fikaran e.

Li gorî lêkolîna pisporên Navenda Lêkolînên Cihêregiya Biyo (iDIV) a li bajarê Leipzig ê Elmanyayê û Zanîngeha Martin Luther-Halle-Wittenberg, di serî de DYE û Elmanya, populasyona kêzikan a li gelek herêman kêm dibe.

Li gorî encamên lêkolînê, bi taybetî cûreyên kêzikên difirin kêm dibin. Di lêkolînê de 1.676 cûreyên kêzikên difirin li tevahiya cîhanê hate lêkolîn û hate dîtin ku ji sala 1990'î û vir ve hejmara wan herî kêm 25 ji sedî kêm bûye. Di lêkolînê de salên navbera 1925 û 2018'an hatin nirxandin.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku hejmara kêzikên li qiraxa çem û kaniyan kêm nebûne, lê bi giranî cûreyên kêzikên bejahî kêm bûne.

Hate destnîşankirin ku ev yek ji ber mirovan e. Weke nimûne jî işaret bi trafîka wesayitan a li bajaran hate kirin û hate gotin, amûra her wesayitê ya ku camê wesayitê paqij dike, her carê gelek kêzikan dikuje.

Zanyarê lêkolînê Roel van Klînk ji rojnameya The Independentê re axivî û diyar kir, hejmara kêzikan salane bi nîveka 0.92 ji sedî kêm bûye.

van Klînk diyar kir ku ev hejmar dibe ku kêm bê dîtin û got, "Lê belê ev yek di nava 30 salî de dibe 24.75 ji sedî, dn nava 75 salan de jî dibe 50 ji sedî."

Roel van Klînk ragihand, kêmbûna hejmara kêzikan bi rengekî 'bêdeng' dibe ku mirov pê nahese.

Rola kêzikan a di parastin û pêşvebirina eko-sîstemê de tê zanîn. Pispor dibêjin, qada ku kêzik li ser hene bi 17 qadî ji qada 7.7 milyar mirovî zêdetir e.