Ji madeyên paqijiyê gelek mirov bi jehrê ketin

Ji ber qedexeya derketina derve û fikara belavbûna vîrûsê, mirov bi giranî li malê dimînin û madeyên paqijiyê bi kar tînin. Lê belê têkildarî rîska jehrbûna ji ber madeyên paqijiyê hişyarî hate dayin.

Li gorî daneyên li DYE'yê hatin weşandin, madeyên paqijiyê yên ji ber qedexeya derketina derve ya ji Covîd-19 li malan hatine belavkirin, gelek mirov bi jehrê ketine.

Li gorî rapora Navenda Têkoşîna li dijî Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) ji Çileyê heta Adarê ji ber bikaranîna madeyên paqijiyê û jelên hîdroalkolîk ên paqijiyê 45 hezar û 550 kesî ragihandine ku ew bi jehrê ketine.

Di heman raporê de hate gotin ku gilî û gazinên ji ber dezenfekteya paqijiya dest bi du qatî zêde bûye.

Li gorî raporê 40 ji sedî yên mirovên bi jehrê ketine jî zarokên 5 salî û kêmî 5 salî ne.