Koça herî mezin a masiyan dest pê kir

Masiyê Gola Wanê ku li dinyayê tenê li Wanê heye, bi 15'ê Nîsanê qedexeya nêçirvaniyê re dest bi koçê kirin.

Bi destpêkirina qedexeya masîgiriyê re rêwîtiya masiyan dest pê kir.

Nêzî 30 hezar mirov debara xwe bi Masiyên Gola Wanê dikin. Nêçir masiyan di navbera 15'ê Nîsanê û 15'ê Tîrmehê de qedexe ye.

Bi destpêkirina qedexeyê de koça masiyan wê 90 rojî ber bi ava şîrîn ve dewam bike. Bi taybetî wê biçin Çemê Zîlanê û Delîçay ku Masiyên Gola Wanê bi giranî hêkên xwe li wir datînin.

Ev bedewiya xwezayî her sal ji aliyê bi hezaran mirovî ve tê şopandin. Şahiya temaşekirina li vê koçê îsal ji ber vîrûsa koronayê hate qedexekirin.