Penîrê bi sîrik li ser dezgehan e

Penîrê bi sîrik ê yek ji xweşiya xweser a bajarên Bakurê Kurdistanê û di warê aborî de xwedî nirx e, bi dest û keda jinan tê hilberîn, weke çavkaniya jiyanê ya gel û esnafan e.

Penîrê bi sîrik ên ji şîrên lawirên gundiyên ku li Wanê xwedî dikin tên hilberîn, hem ji bo wan û hem jî ji bo dikandaran çavkaniyeke ya debarê ye. Pez û dewarên ku mehên zivistanê li axiran de tên xwedîkirin, bi werza biharê re li zozan û çêrgahn diçêrin. Şîrê ku ji lawirên ku bi şînatiya baharê tê girtin, bi tazebûna xwe li ser dezgehan tê firotin.

Penîrê Wanê bi heşînahiya cûr be cûr a taybet girêdayî xwezaya çiyayên Kurdistanê ku bi werza biharê şîn dibin tê çêkirin, dibe çavkaniya debarê ya welatiyên herêmê. Penîrê bi sîrik ê bi ked û destê dayikan bi şêweyê çandî tê çêkirin, bi şînahiyên mîna kekîkî, pûnk, sirmo, sîrik, mend, siyabo yên ji aliyê dayikan ve tê berhevkirin ve tê çêkirin. Ev penîrê bi sîrik ê çavkaniya jiyanê ya bi hezaran malbatên li bejahiyê dijîne, di serî de ji bo bajarên Bakurê Kurdistan, Başûrê Kurdistan, bajarên Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê tên şandin.

Ji ber hilberîna wê ya zêde ya di werza Pehîz û Havînê de dibesedem ku nirxê penîrê bi sîrik dakeve. Di werza Peyîz û Havîn de penîrê ku nirxê wê di navbera 10-15 TL tê fiotin, di werzên Zivistanê de heta 30-40 TL nirxê wê diçe. Penîrê bi sîrik ê ji ber di werza Zivistanê de ji ber hilberîna wê yakêm û dîsa bilindbûna bihayê wê gelê herêmê di werza Peyîzê de penîrê xwe dikire, di nava ava şor an jî di bîdonan de tên binaxkirin.