'Li Zîlanê wê vê carê ekolojiyê talan bikin'

MEH'ê bal kişand ser HES ên li Geliyê Zîlanê tên çêkirin û diyar kir ku li herêma sala 1930'î komkujî lê hate kirin, vê carê jî wê talaneke ekolojîk bê kirin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) li ser mijara Santralên Hîdroelektrîk (HES) ên ku li ser Çemê Zîlanê yê li navçeya Erdîşa a Wanê ji nû ve tên çêkirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku 2 jê li ser Çemê Zîlanê, 2 jî li taxa Germavê bi giştî 4 HES'ên di sala 2014'an de dest bi çêkirina wan hate kirin, li ser nerazîbûna gel û rêxistinên civakî yên sivîl bi biryara Dadgeha Şêwirmendiyê hatibûn rawestandin.

'WÊ BANDOREKE GIRAN BIKE, BIBE SEDEMA KOÇBERIYÊ'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku civak li dijî pandemiya Covîd-19 li ber xwe dide karê çêkirina HES'ê ji nû ve dest pê kiriye û hate gotin: "Geliyê Zîlan yek ji wan herêman e ku ji aliyê gihayê endemîk ve dewlemend e. Her wiha bi zeviyên xwe yên çandiniyê, bi çêrgehên xwe ji bo çandinî û sewalkariyê gelekî berhemdar e. Her wiha ava Çemê Zîlanê diherike ser Gola Wanê. Ew qad e ku Masiyê Gola Wanê yê endemî lê hêkan dike. Projeyên HES'ê yên tên çêkirin, tevî bandora xwe ya li ser populasyona endemîk a dewlemend, her wiha ji ber tesîra xwe ya hilweşîner a li ser qadên çandiniyê û çêrgehan, wê bibin sedema koçberiyeke ji neçarî û avaniya civakî têk bibin. Îdîaya ku dibêje, 'Bi HES'an re wê ji bo gelê herêmê enerjiyê hilberîne' dereweke mezin e. Herêm cihekî welê ye ku çar demsalan jî tav lê heye. Li şûna Sîstema Enerjiyê ya Rojê (GES) çêkirina HES'an nîşan dide ku ev îdîa berevajîkirina rastiyê ye."

DEWAMA KOMKUJIYÊ YE

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir, "Yên ku di sala 1930'î de li Geliyê Zîlanê xwîna me rijandin, îro jî dixwazin Zîlanê di nava ava xwe de bifetisînin û reş bikin."