Perwerdehiya bê înternet û kompîtirê: Weknehevî mezin dibe

Li tevahiya cîhanê 800 milyon zarok ne xwedî kompîtirê ne, ji ber ku wê nikaribin li ji perwedehiya ji dûr ve sûd werbigirin ev dibe problemeke giran e.

Van du mehên dawî ji ber qedexeya derketina derve li hemû cîhanê ji 1,6 milyar zarok û ciwanî beşekî girîng ji bêgavî perwerdehiyê li malê didomîne. Bi Vê çarçoweyê mamoste desteka onlîne didine xwendekaran,  tora înternetê û kompîtir weke du amûrên sereke yên xebatê derdkevin holê.

Ji ber krîza Covîd-19'ê tê zanîn ku sala perwerdehiyê ya 2019-200'an bandorê li ser asta serkeftinê ya zarokan bike. Lê li vir jî hemû weknevhevî ya li hemû cîhanê li hemû qadên din ên jiyanê li vir jî xwe nîşan dide.

ÎNTERNET Û KOMPÎTIR NÎNE

Li gorî daneyên dawî yên Komîsyona Perwerdehî û Zanînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li hemû cîhanê  hijmara kesên ku kompîtira wan nîne ji nîvî zêdetir e. Li gorî vê li mala 826 hezar xwendekara kompîtir nîne û ev jî ji bo perwerdehiya ji dûr ve dibe zehmetiyeke mezin.

Her wiha dîsa li gorî UNESCO'yê tora înternetê ya 706 milyon zarokî nîne. 

Nebûna înternet û kompîtirê li pêşiya perwerdehiya ji dûr ve dibe probleme mezin.