Amazon tê qelandin

Di çar mehên pêşî yên 2020'an de li Amazonan gelek dar hatin qelandin.

Li gorî raporên ku hatine weşandin li  Amozanan qelandina daran hatiye asta herî zêde ya dîrokê.

Di raporê de wêneyên herêmê ji peykê hatine kişandine. Di 4 mehên pêşî yên 2020'an de 1.202 km bi dirêjahî û berfirehiyê bi temamî qeliya.

Rêjya îsal ya qelandina darisanê li gorî çar mehên pêşî yên sala çûyî 55 ji 100'î zêdetir e. Ev reqem jî ji bo Amazonan tê maneya ku di pêvajoyeke xirab dest pê dike.

Li gorî rêjeyên ku ji 2008'an û vir ve hatine qeydkirin rêjeya qelandina daristanê ya li Amazonan par 85 ji 100'î. Reqemên îsal hê xirabtir in.