Maske ziyaneke mezin didin sirûştê

Ji ber Covîd-19'ê maskeyên ku careke têne bikaranîn û avêtin ziyaneke mezin didin sirûştê.

Ji ber Covîd-19'ê li hemû cîhanê bikaranîna maskeyan pir zêde bûye û nexasim piştî ku tevdîrên li dijî vîrûsê li hemû cîhanê têne sistkirin, li qadên cemawerî û wesayitên gîhandina giştî maske têne bikaranîn. Her çendî hê hijmareke teqez nehatibe dayin jî her roj bi milyaran maske yên ji bo carekê têne bikaranîn.

Lê di serî de maske gelek malzemeyên xweparastinê heke mirov ne baldar be ziyaneke mezin didin ekolojiyê.

Saziyên tendiristiyê diyar dikin divê maske, lepik û malzemeyên din ên ji bo xweparastinê bi rengekî rast bavêjin sergoyan. Ji ber ku ev malzemeyên wiha halê hazir ne pêkan e ku werin veguherandin. 

Tê zanîn maskeyên ku ji bo yek carê têne bikaranîn, madeya wê ya sereke ya ku jê çêdibe polyproplen e, ango ji petrolê tê hilberandin. Heke bi rengekî rast ev maske neyên avêtin 450 salî dimînn û piştre tevlî nav sirûştê dibin.