Li Ewropayê problemên tendistiyê û hînbûyinên ciwanan

Li gorî lêkolîneke ku li welatên Ewropayê hatî kirin li nav ciwanan bikaranîna torên sosyal zêde bûye, her ku rewşa aborî baştir dibe tenduristî xirab dibe.

Li gorî lêkolînekê ya bûroya Ewropayê ya Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) di navbeyna 2017-2018'an de bi 22 hezar kesî  zêdetir kesî re derbarê hînbûn û rewşa tendiristiya wan hate axaftin. Lêkolîn li 45 welatên Ewropayê hate kirin, kesên ku hevdîtin bi wan re hate kirin temenê wan di navbeeyna 11, 13, 15'an de de ne.

Li gorî encamên lêkolîna navnetewî ya Tevgerên Tendiristiyê ya Zarokên li ber Tendiristiyê (HSBC) ya WHO'yê kirî ji zaroktî dma ku derbasî ciwanî dibin problemên mezin ên fikar, hêrisê û nerazanê hene. Ji çar kesan bi kêmanî yek jê diyar kiriye ku nikare rakeve, hêris dibe.

Li Ewropayê di nav kesên di salên balixbûnê de rêjeya bikaranîna torên sosyal a bi rengekî zêde, pir zêde ye. 35 ji 100'î yê beşdaran torên civakî pir zêde bi kar tîne, li Italyayê di nav zarokên 15 salî de ev rêje 63 ji 100'î ye. Ev rêje herî pir li Ernawitê di nav zarokên kur ên 11 salî de kêm e, rêje 12 ji 100'î ye.

Li ser pirsa bê ka xwe baş dibînin an na li nav kurikan 41 ji sedî diyar kirine ku ew baş in, li nav keçikan 33 ji 100'î wan gotine ew baş in.

Yek xala dî ya balkêş ew e ku hejarî kana gelek nexweşiyan e. Her ku hejarî zêde dibe nexweşî jî zêdetir dibin.