Ji Platforma Parastina Hewselê daxuyaniya 5'ê Hezîranê

Platforma Parastina Hewselê derheqê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê got, ''Li Hewselê ku di lîsteya mîrateyên cîhanê ya Unescoyê de ye, behsa projekê tê kirin li ser qadeke darî ya 600 donimî kafe, navendên kirîn û firotinê û bêrman çêbikin.''

Platforam Parastina Hewselê bal kişande ser wê ku di pêvajoya pandemiya Covîd-19'ê de bi hevkariya sermiyanê û dewletê êrîşên li ser qadên jiyana hevpar zêde bûne, tê zanîn ku pandemiya Covîd-19'ê ji ber ziyana zêde ya li ser ekolojiyê ye.

Platformê bal kişande ser santralên termîk, HES'an, çêkirina santralên nukleer ên li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê û ziyana van a li ser ekolojiyê û got, li Kurdistanê (Bakur) ziyana li Baxçeyên Hewselê didome, bi sedema Bendava Ilisûyê di serî de Heskîf gelek jîgeh di bin avê de mane, her wiha bi bîr xist ji ber projeya HES'ê ziyan gihaye Çemê Zîlan, Bendava Alparslan-2 û projeya HES'ê ziyan daye Keleha Dogdabê û derdora wê.

Platforma Parastina Hewselê derheê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê got, ''Li Hewselê ku di lîsteya mîrateyên cîhanê ya Unescoyê de ye, behsa projekê tê kirin li ser qadeke darî ya 600 donimî kafe, navendên kirîn û firotinê û bêrman çêbikin. Ji ber vê hilweşandina ku bi navê baxçeyên milet dest pê kirî, piştre bi xirbeyên ku avêtine Hewselê qamirgeh bi hêviya qelandinê ve hatine hiştin.''

Platformê got ne tenê baxçeyên Hewselê, Heskîf, Mûnzir, Çemê Botanê û Zîlanê bost bi bost her dever têne talankirin, erdên çandiniyê pêşkêşî sermiyanê têne kirin, êrîşê tînin sser çiya, deşt û geliyan.

Platformê herî dawî got ew vê heftiyê weke Heftiya Têkoşîna Dijî Hilweşandina Ekolojîk pêşwazî dikin.