Bedewî û jiyana li dora Gola Wanê tê talankirin

HES û Bendavên ku li derdora Gola Wanê tên çêkirin, li gel zindiyan her wiha xwezayê jî talan dikin.

Gola Wanê xwedî populasyoneke dewlemend a zindiyan e. Li derdora Gola Wanê bi dehan Santralên Hîdroelektrîkê (HES) û Bendav hene. Hema bêjin li ser her çemekî li herêmê gelek HES û Bendav hatine çêkirin.

Li derdora Gola Wanê 17 gol hene ku çend ji wan; Wan, Erçek, Nemrût, Nazik, Arîn û Akgol in. Bi dehan çemên biçûk û mezin ber bi Gola Wanê û derdora wê diherikin. Bi taybetî çemên Karasû, Bendîmahî, Delîçay, Engîl, Zîlan, Guzeldere, Memedîk û Karmişê ew çemên sereke ne ku Gola Wanê xwedî dikin.

Di serî de Çemê Sortkînê yê li navçeya Şaxê, li ser çemên Zîrîl, Sîneber, Buyuk, Dûdan, Bîdar, Şeyhdegîrmen û Alakanê 15 HES û Bendav tên çêkirin. Bi vî rengî wê ev geliyê ku darên fisteq û gwîzan lê ne bi bedewiya xwe ya xwezayî di nava avê de bê hiştin. Masiyên bi deqa sor wê tune bibe. Ji ber HES'ên ku li ser Çemê Zîlanê yê li Erdîşê ji nû ve tên çêkirin, wê Semenderê Deqdeqî bikeve rewşek metirsîdar ku Rêxistina Parastina Xwezayê ya Navneteweyî ew xistiye nava lîsteya yên divê bên parastin.

METIRSÎ LI SER BI SEDAN CÛREYÎ HEYE

Bi taybetî Çemên Zîlan; Bendîmahî, Delîçay, Engîl, Guzeldere û Memedîk ku Gola Wanê û Gola Erçekê xwedî dikin, deverên hêkkirinê yên masiyên Gola Wanê ne. Ji ber bi dehan HES û Bendavên li ser van çeman tên çêkirin, metirsiyeke mezin li ser masiyên Gola Wanê û bi dehan heywan û gihayên endemîk çêdibe. Li navçeya Erdîşê ji ber çîftlîka qazan a li ser Şemê Delîçayê masiyê Gola Wanê di rewşeke metirsîdar de ne.

MASÎ BI RENGEKÎ KOMÎ DIMIRIN

Ji ber HES û Bendavan ku çem diherimîne li golên Wan û Erçekê bi hezaran masiyên Gola Wanê mirin. Li çemê ku ji taxa Gedelova ya navçeya Tûşba ya Wanê derbas dibe hate dîtin ku gelek masî mirine.

HES û Bendava li ser Çemê Bendîmahî yê navçeya Mûradiyeyê hatiye çêkirin, bû sedema ku beşeke mezin a Geliyê Bendîmahî ku bedewiyeke xwezayê ye ziwa bibe. Bi vê yekê re qada hêkkirinê ya masiyan tune dibe û dibe sedema mirina masiyan bi rengekî komî.

Ji ber HES'an heta niha têkildarî sedema mirina masiyan bi rengekî komî lêkolînek nehatiye kirin. Çavkaniya debarê ya 30 hezar mirovî dikin qurbanê HES'an.