Bajarê Wan ê Kurdistanê bi avahiyên xwe yên dîrokî û xwezaya xwe her kes kiriye heyranê xwe. Wan a xwedî dîrokekî pir dewlemend e, bi dîroka xwe ya 15 hezar salî malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Li ser vê erdnîgariyê di serî de Kurd, Ermenî, Rûm gelek şaristaniyên cuda hatine avakirin. Wan a warê Kurdan e, dîsa li derdorî wê dîsa kalikên Kurdan împeratoriyên Hurî, Ûrartû û Med û xanedantî hatine avakirin.Li herêmê li gel Kurdan gelê dijî Ermenî ne. Ermeniyan jî di dîrokê de li ser vê erdnîgariyê gelek avahiyên dîrokî li pey xwe hiştiye.
Yek ji van avahiyan jî Dêra Axtamara ya li Girava Axtamara ya li nava Gola Wanê ye. Dêra Axtamara piştî mîladê 915-921’an ji aliyê Endazyar û Keşe Manûel ve hatiye avakirin. Navenda dêrê qûbe, weke şînatiya nefel a çar pel di şeklê xaçê ji kevirên sor ên çargoşeyî hatiye avakirin. Li ser kevirên avahiyê yên aliyê derve jî, li gel mijarên olî yên di Incîl û Tewratê de, mijarên cîhanî fîgûrên jiyana qesrê, şêwazê nêçîrê, dîsa fîgûrên mirov û lawiran heye.
WÊNE Û FÎGUR HILDIWEŞIN
Mîmariya hundir a Dêra Axtamara ya yek ji avahiyên dîrokî ya herî girîng a herêmê ye, îro bi tinebûnê re rû bi rû ye. Bi taybet di beşê hundir de, wêneyên cihê yên bi boyaxê li ser dîwarên hundirîn hatiye çêkirin, çarmîxkirina Hz.Îsa û fîgûrên lawiran, dîsa wêneyên her aliyekê di rêjeyek mezin de ji ber şikestin û jêçûnê nema baş dixuyên.
Dêra Axtamara ya di warê dîroka herêmî de xwedî wateyekî girîng e, taybetmendiyê xwe yê dîrokî jî winda dike. Dêra ku heta niha nehatiye nûjenkirin, wêne û fîgûrên li beşa hundir her diçe ber bi tinebûnê ve diçe. Dêra Axtamara ya ku hema bêje rojê bi sedan kesên xwecihî û turîst serdan dikin, ji bo ketina nava wê nirxê wê 50 TL ye. Dewleta ku ji yên serdana dêrê û deverê dikin bi milyonan lîre digirin, heman hesasyetê nêzî dêrê nabin. Diviyabûna rayedaran pereyê ku ji serdanê tên ji bo nûjenkirina wê bimezatibana, dişînin Enqerê. Dewleta ku ji avahiyên dîrokî her salê bi milyonan lîre digirin, heman avahiyên dîrokî terkî qedera wan kirine.