YNK'ê li dijî êrişên dewleta Tirk bang li Bexda û NY'ê kir

Koma Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a li Parlamenta Iraqê, bang li hikumeta Iraqê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku vê dema dawî zêde bûne, bang li Parlamenta Iraqê, hikumetê, Serokkomariyê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

YNK'ê xwest, tevî hiqûqnasên navneteweyî komîteyek bê avakirin û giliyê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê kirin. YNK'ê xwest ku zerara ji ber bombardûmanê bûye bê tazmînkirin.

YNK'ê bang li Parlamenta Iraqê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike ku bi lezgînî bicive.

YNK'ê her wiha ji Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê yên Iraqê xwest ku ji bo rawestandina êrişan bikevin nava hewldanan.

YNK'ê têkildarî êrişa 25'ê Hezîranê roja Pêncşemê ya li Kunemasî got, "Mixabin di vê êrişê de hin tûrîst şehîd bûn û birîndar bûn. Ev yek binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye."