Li Perûyê 51 ji sedî yê qeşayê heliya

Li gorî daxuyaniya Saziya Avê ya Neteweyî ya Perûyê (ANA), ji ber germahiya global di nava 50 salên dawî de 51 ji sedî yê qeşayê heliya ye.

Di rapora ANA'yê de hate gotin, "Li pêşberî germahiya global, qeşa ekosîstemeke gelekî hesas e. Bandora vê yekê di nava dehan salên dawî de bêhtir ber çav bû, qeşa bêhtir heliya û golên nû çêbûn."

Li Perûyê zêdeyî 8 hezar golên çiyê hene. Qeşayê Pastorûrî ku dirêjahiya xwe 5200 metre ye û yek ji nirxê tûrîzmê yê parka neteweyî ya Hûascaranê ye, bû ew qeşa ku herî zêde bandora germahiya global lê kiriye. Hate ragihandin ku 50 ji sedî yê qeşaya Pastorûrî heliya ye.

Di raporê de hate gotin, "Di navbera salên 1980 û 2019'an de (Qeşa Pastorûrî) di asta zêdeyî 650 metreyî de heliya. Gola bi ser qeşayê ve jî mezin dibe."

Qeşayên Ûrûashrajû û Yanamarey ên li herêma Ancashê jî di navbera salên 1948 û 2019'an de bi qasî kîlometreyekî kêm bûn.

Li Perûyê 2679 qeşa hene ku mezinahiya giştî ya wan 2 hezar kîlometreçargoşe ye.

Perû her wiha xwedî rêzeçiyayên herî mezin ên tropîkal û 71 ji sedî yê qeşayên tropîkal ên tevaniya dinyayê ye.