Li rojavayê Elmanyayê dibe ku volkan çalak bibin

Li rojavayê Elmanyayê li herêma Eîfelê volkan ji bin erdê derdikevin jor. Tê diyarkirin ku li herêmê piştî 11 hezar salan volkan dîsa çalak bûne.

Li gorî gotareke di kovara Geophysîal Joûrnalê li herêma Eîfelê dibe ku volkan dîsa çalak bibin.

Bi saya cîhazên GPS’ê lêkolîn hate kirin û hate diyarkirin ku her sal bi qasî mîlîmetreyekê volkan bilind dibe. Li gorî pisporan ev wekî rêjeyeke biçûk xuya bike jî di 800 hezar salên dawîn de ev qasî 10 katan zêde ye.

Li lêkolînê de hate diyarkirin ku volkan fireh jî dibe. Firehbûna li vê derê jî bi qasî salane 0,33 mîlîmetre ye.

Di gotarê de hate diyarkirin ku li gola Krater a Laachê ji ber teqînên volkanîk pêk hatiye û di salên dawîn de ji binê golê gaz derdikeve û erdhejên biçûk pêk tê.

Di gotarê de hate diyarkirin ku herî dawîn 11 hezar sal berê volkan teqiyaye û dibe ku di salên pêş de jî teqîn pêk werin.