HDP: Li Tirkiyê hilweşîna ekolojîk zêde dibe

HDP'ê got li Tirkiyê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê wê nikaribe were pîrozkirin û got, ''Êrîşên li ser hawîrdorê û sirûştê zêde dibin''

Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê ji bo Roja Hawîrdorê ya Cîhanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji hêla hawîrdorê ve rewşa Tirkiyê pir kambax e, li herêmên ku sirûşt bilez ber bi krîzê ve diçe û îxtîlafên ekolojîk hene, li ser jiyana gel talokeya sosyal, çandî û aborî heye.

Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê got ji aliyekî ve komên sermiyanê xurt dibin û ji aliyê dî ve gel hejar dibe, ji ber ku bi pergalên ekolojîk re jiyana xwe kirine yek, ziyan digihe ser jiyana wan.

Komîsyonê herî dawî got bi pandemiya vîrûsa koronayê re êrîşên li ser sirûştê, li ser jiyana sosyal, aborî û çandî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetir bûye.