NY’yê bang li rêveberan kir ku rêya ‘enerjiya paqij’ hilbijêrin

Sekreterê Giştî yê NY’yiyê Antonîo Guterres, bang li hemû rêveberên li cîhanê kir ku piştî Covîd-19 ji bo plana zindîkirina aboriyê ‘rêya enerjiya paqij hilbijêrin’.

Guterres ê ku li beramberî çendî wezîrên welatên ji aliyê Saziya Enerjiya Navnetewî ve hatîn gel hev peyamek bi dîmen da got: “Ji nû ve ji bo serî li komirê nedin tevlîbûyîn bikin” û “ji bo komira welatên ku li ber pêşketinê ne jî, dawî li hemû fînansmanên xwe yên ji derve bîne.”

Guterez ê di ‘Li lûtkeya ber bi enerjiya paqij ve’ de ku bi onlîne pêk hat axivî û got: “Di plana zindîkirina aboriya piştî Covîd-19 de cihê komirê nîne.”

Guterres wiha domand: “Ez îro dixwazim bang li hemû rayedaran bikim ku ji bo jiyana sereke enerjiya paqij hilbijêrin.”

Sekreterê Giştî yê NY’ê jî wiha got: “Divê ku em dawî li israfa fonên alikariyê ya ji bo enerjiyên fosîlî bînin.”

Enerjiyên fosîlên mîna komir, petrol û gazê ji sedî 80’ê emisyonên berpirsên guherandina avhewayê temsîl dikin.