PE li dijî pençeşêrê komisyoneke taybet ava dike

Parlamentoya Ewropayê (PE) bi piraniya dengan qebûl kir ku li dijî pençeşêrê komisyoneke taybet were avakirin.

Pençeşêr her sal li Ewropayê dibe mirina 1,3 milyon kesî. Nexweşiya pençeşêrê piştî nexweşiyên kardiyovaskulerê sedema sereke ya mirina zêde ye.

Di dengdanê de 651 dengan pêşnûme qebûl kir, 18 dengan qebûl nekir. Komisyona ku wê were avakirin nexasim ji bo Yekîtiya Ewropayê wê fersendên çalakiyê yên ji bo têkoşîna dijî nexweşiyê û pêşîlêgirtiya vê binirxîne, wê tevdîrên yasayî û wekî din diyar bike. Komîsyon her wiha wê lê bikole bê ka baştir çawa lêkolîn dikare were destekkirin.

Parlamentera Keskan ê Belçîkî Petra de Sutter got, ''Em pê dizanin ku ji her 10 nexweşên pençeşêrê 4'an jê em dikarin rehet bikin.''

Tê payin Komisyona Ewropayê plana têkoşîna dijî pençeşerê  dawiya salê bide.