Li Hindistanê germa pir zêde dibe

Li bakurê Hindistanê germa pir zêde dibe. Li Paytext Delhiya Nû germa bû 47 pîle. Hê ji ber germayê mirina kesî nehatiye ragihandin.

Li paytexta Hindistanê piştî 18 salan cara pêşî ye ku Gulan ev qasî germ bûye. Sêşemê germa ji 47 pîleyî bihurî.

Li eyaleta cîran Rajasthanê, li bajarê Churuyê germa heta bi 50 pîleyî çû.

Tê payin germa van rojên dawî heta Pêrşemê bidome.

Li Hindistanê Gulan û Hezîranê pir germ dibe û ziwa dibe. Germahî piranî ji 40 pîleyî dibihure.

Ev germa Hezîranan bi baranên mûson dikeve.

Ji bo germahiya zêde ya berdest heta niha mirina kesî nehatiye ragihandin.

Par Wezareta Navxwe ragihandibû di navbeyna 2015-2019'an ji ber hewaya hewaya germ 3 hezar û 500 kes mirine.