Germa global: Li Awûstralyayê golek dimiçiqe

Li Awûstralyayê ava gola Neûsîedlê kêm dibe. Tê diyarkirin ku ji salên 1960’î û vir ve tu carî av evqasî kêm nebûye.

Gola Neûsîedlê li ber miçiqandinê ye. Heke tiştekî baş pêk neyê, wê di nava demeke kurt de keştiyên di golê de xwe bera ser axê bibin. Li gorî gelek Awûstralyayiyan gola Neûsîedlê behreke navxweyî ye.

Hikumeta herêmî dixwaze ava bera ser golê bide. Ji bo vê metodê jî dixwazin cîranê wan Macaristan alîkariyê bidin wan.

Ev gol di lîsteya mîrateya cîhanê ya ÛNESCO’yê de ye û li gorî gotinan ji ber germa global asta avê dadikeve. Di sala 2003’an de jî asta avê kêm bûbû lê piştre ji ber ku baran zêde bariya, ev pirsgirêk ji rojevê derketibû.