Dibe ku 10 milyon zarok venegerin dibistanê

Rêxistineke civaka sivîl a Îngîliz diyar kir ku ji ber bandorên ekonomîk ên koronavîrusê dibe ku 10 milyon zarok venegerin dibistanê.

Li gorî rêxistina civaka sivîl Save The Chîldren beriya şewbê jî 258 milyon zarok li derveyî pergala perwerdehiyê bûn. Ji ber Covîd-19’ê nêzî 1,6 milyar xwendekar neçûn dibistanê.

Saziya Îngîlîz diyar kir ku heta dawiya salê dibe ku 9,7 milyon zarok êdî nikaribin dîsa dest bi dibistanê bikin.

Hate diyarkirin welatên li Efrîkaya Navîn û Rojava, Yemen û Efganistan di serî de li 12 welatan dibe ku piştî tevdîrên mayina li malê xwendekar nikaribin vegerin dibistanê.