Qada Qeşayî a Antartîka dibe ku zû bihele

Li gorî lêkolîneke nû ya ku li Antartîkayê hatî kirin, dibe ku ji ya ku texmîna wê tê kirin zûtir qeşa bihelin û ava okyanûsan pir rabe.

Li groî zanyarên Brîtanî ku gotara wan di kovara Scîence de weşiyaye bi germbûna global re helîna Qada Qeşayî ya Antartîkayê ya li Cemsera Başûr Serdema Dawî ya Qeşayî ku beriya 12 hezar salan qediyaye, bi qasî 40-50 metroyî bûye. Ev jî, ji ya ku heta niha texmîna wê dihate kirin 10 carî zêdetir bû û nîşan dide siberojê leza helandinê dibe ku zêdetir be.

Li gorî lêkolînê qada qeşayî ku hê jî 75 ji 100'î yê Antartîkayê pêk tîne, nexasim li Antartîkaya Rojava û li nîvgirava antartîk helîn bilez e, di ibn deryayê de pêlên germ û li jor jî germahiya hewayê li ser helandinê bandorê dike. Li hin herêman di lêkolînan de ku 500 metroyî di bin avê de hatin kirin, bi navbeyna 20-25 metroyan zêdek hene ku dişibin pêlan. Tê gotin beriya 12 hezar salan dema ku qeşa bi paş ve çûne ev zêdek çêbûne.

Li ber ronkhahiya van bermayan hate diyarkirin wê demê Qada Qeşayî ya Antartîka bi qasî 40-50 metroyî paş ve çûye, lê ji ber bandora mewsîmî ev weke 10 kîlometre hatiye hesibandin. Lê paş ve çûna li qada qeşayî salên 1992-2011'an bi qasî 1,6 km hatibû hesibandin.

Ev jî tê maneya ku asta helandinê ya van salên dawî ji asta helandinê ya van deh salên dawî zêdetir e. Ji ber ku li gorî hesabên heta niha helandin an jî paş ve çûne beriya bi 12 hezar sala kêmtir bû û ji ber ve jî dihate ferzkirin helandina van 10 hezar salên dawî zêdetir e.

Li gorî lêkolînê xetên dibin deryayê yên qeşayan de maneji ya ku heta îro dihate texmînkirin 10 caran zêdetir bi paş ve çûne.