Li YE'yê daristan ji aliyekî ve têne çandin, birîn jî zêde dibe

Li xaka YekîtiyaEwropayê (YE) qadên daristanî van 25 salên dawî her çendî zêde bûbe jî, nexasim van salên dawî birîna daran hema hema bi qasî nîvî yên salên bihurî zêde bûye.

Li gorî rapora Navenda Lêkolînê ya Hevpar (JRC) a ya YE'yê ye ji bilî Malta û Qibrisê lê bi rengê ku Brîtanyaya Mezin jî vehewcîne di lêkolînan de zêdebûna xebitndina qadên daristanî hate îşaretkirin. Li gorî vê, birîna daristanan a bi sedemên cihê, ya di navbeyna 2016-2018'an de, li gorî dema 2011-2015'an 49 ji 100'î zêde bûye.

Li gorî daneyê bi wêneyên peykê vvan salên dawî mezinbûna qadên daristanî yên ku têne xebitandin bi qasî sêyeka berê zêde bûye, ango her sala ku diçe qadên berfirehtir bi carekê re têne tinekirin.

Têkilî mijarê pispor Thuy Le Toan got sedema zêdebûn birîn qadên darî ew e ku bi verastkirineke nû ya ku YE'yê qebûl kiriye bi sedema ku biyo-kimya were xurtkirin, dar weke kana enerjiya ku werin nûkirin tê bikaranîn.