Mêşvan hem xwe ji koronayê diparêzin hem jî hingiv hildiberînin

Mêşvan Hecî Adil Baran diyar kir vîrûsa koronayê bandoreke neyînî li ser karên wan kiriye û got, “Em li nav xwezayê hingiv hildiberînin. Heta ji me tê em naçin bajar û xwe diparêzin."

Mêşên hingiv ên ku ji av û bizirê kulîlkan hingiv çêdikin di heman demê de jî ji bo belavbûna bizirê kulîlkan sedema herî mezin in û hevsengiya xwezayê pêk tînin.

Li Kurdistanê kesên mêşvaniyê dikin salê 8 mehan ji bo xwedîkirina mêşan di nava zor û zahmetiyan de jiyana xwe li çiya û zozanan derbas dikin. Hingivê ku li zozan, deşt û çiyayên Kurdistanê tê peydakirin bêguman ji bo gelek nexweşiyan dermane.

Mêşvan Hecî Adil Baran 20 sal in karê mêşên hingiv dike. Ji meha Kanûnê ve ji Wanê berê xwe da Mersînê û piştî hewa li bajarên Kurdistanê germ bû, destpêkê hat qiraxa Çemê Batmanê danî û li vir bi qasî 20-25 rojan sekinî. Piştî hewa li herêma Serhedê germ bû ji vir jî bar kir û berê xwe da herêma Serhedê.

ÇAVKANIYA DEBARÊ; MÊŞVANÎ

Mêşvan Hecî Adil Baran, her sal bi vê rêbazê karê xwe dimeşîne, ji destpêka meha Hezîranê ve heta meha Mijdar û Kanûnê li herêma Bedlîs û Wanê dimînin û piştre dîsa berê xwe dide herêma Çûkûrovayê. Mêşvan Hecî Adil Baran, der barê karê xwe yê mêşvaniyê de axivî û anî ziman ku wî 100 kewarên mêşan aniye herêmê û ev agahî parvekirin: “Berî ku em bikevin rê cihê ku em ê biçinê destpêkê herêmê keşif dikin û piştre li konanên em datînin bi cih dibin. Ji ber ku herêma Serhedê sar e, me mêşên xwe birin herêma Çûkûrovayê û pişre hatin Amed û Êlihê. Bi vê yekê em hem xwe ji vîrûsa koronayê ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe diparêzin hem jî hilberînê dikin. Li nav xwezayê parastina ji virûsê û berdewamkirina hilberînê hesteke gelekî xweş e. Mêşvanî karekî gelek zehmete, lê belê ji karê xelkê gelek xweştire. Hemû debariya min li ser karê mêşvaniyê derbas bibe. Ez jî hewl didim ku mêşvaniyê bi pêş bixim.”

'XWEZA TIMÎ HILBERÎNER E'

Baran diyar kir ku vîrûsa koronayê bandorek neyînî li ser karê wan kiriye û got: “Beriya vê vîrûsê dema em diçûn heremekê xelkê herêmê dihat alîkariya me dikir. Lê ji ber rewşa koronayê min tenê kewarên xwe danî û ez gelek westiyam. Karê me gelek zehmete, di nava salê de em du mehan li mala xwe nikarin rawestin. Destpêka demsala payîzê hingivê xwe em derdixin û difiroşin. Di salekê de sê, çar caran cihê xwe diguherînin. Em salê nîv ton hingiv bi dest dixin. Kîloya hingiv bi 150 TL’yî dest pê dike. Li hemû cîhanê hilberîna endustriyel hatiye rawestandin. Lê em li nav xwezayê hingiv hildiberînin. Heta ji me tê em naçin bajar û xwe diparêzin. Divê hemû kes vegerin xwezayê û mêşvanî û sewalkariyê bikin û bi axê re mijûl bibin. Li bajar mirov nikare pêşî li nexweşiyan bigire û bi tevahî ji xwezayê dûr dikevî. Divê ku tenê di rewşên wiha zehmet de xweza neyê hişê mirovan. Xweza timî hilberîner e. Eger mirov destê xwe bide xwezayê, xweza jî mirov himbêz dike. Ji bo vê yekê divê her kes nirxê xwezayê bizane.”