Li Fransayê krîza otomotîv

Li Fransayê ku sektora otomatîvê di nav krîzeke mezin de ye hikûmet ji bo ku firotina wesayitên bi sirûştê re li hev zêde bike gelek plansaziya alîkariya pereyekî zêde dike.

Li Fransayê ji ber krîza aborî ya ji ber Covîd-19'ê yek ji wan sektoran ku pir ziyan gihayê sektora otomotîvê ye. Di rewşeke wiha de ku markaya navdar a welêt Renult ji ber krîzê kiriye rojeva xwe ku bi hezaran mirov ji kar derxîne hikûmet hewl dide ku bi alîkariya darayî sektorê li ser piyan bihêle.

Li gorî daxuyaniya ku duh Serokkomar Emmanuel Macron kirî, li gel alîkariya darayî ya ji bo şîrketan ji bo mezaxtkaran wê teşvîkên zêdetir werin dayin. Tenê di meha Nîsanê de sektor 87 ji 100'î li xwe kêm kiriye, ji bo ku sektor bi ser xwe ve were bi qasî 8 milyar Euro wê alîkariyên dewletê werin kriin, teşwîkên cuda jî hene.

Prîma teşwîqê ya 6 hezar Euro ku bi vê çarçoweyê wê bidin wesayitên bi motor ên bi elektrîkê wê derxînin 7 hezar Euro. Ev alîkarî ji bo şîrketan ji 3 hear Euroyî wê derxînin 5  hezar Euroyî. Ji bo wesayitên ku bi rengê Hîbrîtê têne binavkirin û li gel sotemeniyê bi elektrîkê jî dixebitin teşwîq wê bibin 2 hezar Euro.