Li DYE'yê kesên ku dixwazin biçin parkê dixin nav xelekê

Li DYE'yê li New York an jî San Francîscoyê rêgezên mesafeya sosyal li park û baxçeyan jî hate bicihanîn.

Li gelek bajarên DYE'yê ji bo bicihanîna rêgezên mesafeyên sosyal li parkan xelek hatin xêzkirin.

Li New Yorkê yên ku dixwazin biçine Domîno Parkê divê bikevin nav xeleke bi firehia 1,80 metroyî. 

Halê hazir hê jî DYE yek ji wan welatan e ku hijmara kesên bi Covîd-19'ê ketine û pê mirine yên herî zêde ne. Li Emerîkayê 1 milyon û 600 hezar kes pê ketine û 95 hezar kes pê mirine.

Li Fransayê jî li bajarên ku bi rengê sor hatine senifandin piraniya park û baxçeyan girtî ne. Ji bo piraniya qadana ku çûna wan ne pêkan e tê payin ku hikûmet 2'yê Hezîranê nû binirxîne.