Li Efrîkayê qirêjiya hewayê bêhtir dikuje

Li Efrîkayê van deh salên dawî ji ber zêdebûna demografîyê û rabûna aboriyê qirêjiya hewayê gefê li tendiristiya bi milyonan mirov dixwe.

Li hemû cîhanê her sal 9 milyon kes ji ber nexweşiyên ji hewaya qirêj 'zûtir dimirin'. Li Çînê û Hindîstanê ku ekonomiya wan ji salên 1990'î û vir ve 5 ji 100'î zêdetir bûye û her wiha li welatên li ber pêşketinê jî qirêjbûna hewayê dibe gefek.

Her çendî pir nebe rojev jî li Efrîkayê qirêjiya hewayê bêhtir karîger dibe û gefê li ser jiyana bi milyonan mirov dixwe.

Par UNÎCEF'ê bi raporekê bal kişandibû ser qirêjbûna hewayê ya li Efrîkayê û diyar kiribû qirêjiya hewayê bûye sedema mirina bi sed hezaran mirov, li gorî raporê 1990'î mirina ji ber qirêjiya hewayê 164 hezar bûne lê 2017'an ev bûye 258 hezar.

Li gorî raporê mirina ji ber qirêjiya hewayê ji mirina ji ber ava qirêjî û baş têrnebûnê zêdetir e.

Reqemên ku Rêxistina Hevkarî û Rabûnê (OECD) 2013'an weşandî jî rêjya zêde ya mirinan a ji ber qirêjiya hewayê nîşan dide. Li gorî raporê ji ber hewaya qirêj 712 hezar kes mirine û ji ber ava qirejî 542 hezar kes mirine, her wiha ji ber sîstemên av û qenelîzastonê 391 hezar û ji ber baş têrnexwarinê jî 275 hezar kes mirine. Her ku nifûsa Efrîkayê zêde dibe ev reqem jî zêde dibin.