COP26 careke din hate taloqkirin

Civîna Bilind a Avhewayê ya 26'emîn ku yek ji civînên herî girîng ên navneteweyî yên li dijî germahiya global e, herÎ kêm salekê hate taloqkirin.

Li gorî daxuyaniya Peymana Çarçoweyê ya Guhertinên Avhewayî ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) civîna bilind a avhewayê COP26 ku wê mehên destpêkê yên sala 2021'an bihata lidarxistin, ji ber şewba Covîd-19 ji dawiya salê re hatiye taloqkirin.

Di daxuniya UNFCCC de hate diyarkirin ku civîna bilind wê herî zû di Mijdara 2021'ê de li bajarê Glasgow ê Skoçyayê bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, biryara herî dawî wê piştî civîna rayedarên UNFCCC'ê bê ragihandin û hate destnîşankirin ku li gel krîza vîrûsa koronayê, metirsiya avhewayê hîn jî dewam dike.