Maske ziyanê didin ekolojiyê

Maske yên ku ji bo xwe ji Covîd-19'ê biparêzin têne bikaranîn, ji ber ku bi nezanî têne bikaranîn ziyanê didin ekolojiyê.

Ji Covîd-19'ê û vir ve li hemû cîhanê heta niha bi dehan milyar maskeyên tenê ji bo carekê têne bikaranîn, hatine hilberandin. Tenê li Çînê ji serê Adarê heta bi hefteya pêşî ya Nîsanê 4 milyar maske hatin firotin.

Li gel ku li gelek welatan maskeyên ku gelek caran werin bikaranîn têne firotin û otorîteyên resmî dikarin belav bikin jî nexasim li kargehên taybet maskeyên ji bo carekê têne bikaranîn.

Maskeyên ku li dijî berbelavbûna vîrûsê hewce ne, van mehên dawî bûne sedema sereke ya gemarîbûna hawîrdorê.

Ji wêne û vîdeoyên ku ji gelek welatan ji hêla kes û saziyên hawîrdorparêz ve têne belavkirin tê dîtin kesên ku maske bikaranîn avêtine kuçeyan, parkan, plajan, qadên daristanî.

Di vîdeoyekê de ya ku komeleya bi navê 'Operation Mer Propre’ ku li Fransayê li dijî lewitandina deryayan têdikoşe, tê dîtin ku maskeyên ku ev meheke têne bikaran ji niha ve gihane avên kûr ên Deryaya Spî. Ji ber ku maske zêde têne bikaranîn gemariya li bajaran xwe gihandiye okyanûsan jî.

Greenpeace bi daxuyaniyekê diyar kiribû li welatên Asyayê maske û destmalên şil nexasim li parkan bûne sedema gemarîbûnê.

Saziyeke bi navê OceansAsîa jî dîmenek li ser maskeyên ku li peravên okyanûs û deryayan komî ser hev bûbûn par ve kiribû. Kesê ku serdana plajanan dikin ji keştiyan van maskeyan davêjin.

Ji ber polîpropîlenê ya di maskeyan de ev talokeyê mezintir dike, ji ber ku ev made bi sedan salan tevlî nav sirûştê nabe û dibe sedema gemarîbûnê.

Zanyar Amanda Fînger ku di Daireya Hawîrdorê ya Federal a Swîsreyê  (OFEV) de dixebite got, maskeyên ku davêjin deryayê ji hêla masiyan ve û zindiyên din ên deryayê ve têne qurpandin, hevsenga tendiristiya wan pê xira dibe û piştre ev li mirovan vedigere û tendiristiya mirovan jî dixin rîskê.