Li Sibaryayê şewat didome

Li herêma Sibiryayê ya Rûsyayê ji Çile ve şewat didomin.

Li herêma Sibiryayê ya Rûsyayê şewatên li daristanan her roja ku diçe zêdetir dibe.

Hijmara şewatan  li gorî rojên berê rêjeya xwe ketibe jî li qadên daristanî bû sedem gelek ziyanên mezin.

Rayedarên Xizmeta Berevaniya Daristanana a Heway3i diyar kir ji 11'ê Tîrmehê û vir wan mudaheleyî 136 şewatan kirine, ku li 43000 hektarî belav buye. Ji bo ku şewatê li deverekê bihêlin hate gotin teqemenî hatiye bikarnîn, her wiha raçînka ewrên li herêmê tê guherandin û rêbazên ku baranê bibarînin jî têne bikaranîn.

Rêxistina bi navê Copernîcûs diyar kir ji Çile û vir ve li Sibiryayê zêdebûna germbûna hewayê û ji ber ku ax zêde ne hêwî ye ev bandoreke mezin li derketina şewatan dike.

Ji nîvê  Hezîranê û vir ve şewatên li herêmê pir zêde bûne, nexasim li herêma bakurêrojhilatê dûr.