Fransa dev ji nukleerê naqere

Endamên Greenpeaceyê France ji bo ku wê dema xebitandina santralên nukleerên bikin 50 sal helwest nîşan dan.

Beriya bi çend rojan bi biryarekê ku Ajansa Ewlehiya Nukleer (ASN) standî, hatibû pejirandin ku dema xebitandina santralên nukleer ji 40 salî hildin 50 salî. Ev jî tê maneya Santrala Nukleer a Bugey a li bajarê Aînê jî di nav de, ku sê reaktorê wê 1979'an dest bi xebatê kirî, gelek santralên din hê bi salan aktîf bibin.

Daxwazên ku bi salan dom kirin lê her wiha ji ber helwesta xebatkaran, li welêt ku Santrala Nukleer a Fessenheîm a li ser sînorê Elmanya encex sala 2020'an hatî girtin, li ser negirtina santralan tê nîqaşkirin bê ka pêşniyarên tevdîran ên ASN wê bi cih werin an na.

Li Fransayê 70 ji 100'î yê elektrîkê ji enerjiya nukleer tê bidestxistin, ji vî alî ve Fransa li cîhanê li rêz herî pêş e, her wiha ji ber ku yek ji wan welatan e ku ya herî zêde teknolojiya nukleer difiroşe tê zanîn ku dev ji vê enerjiyê naqere. Ev jî tirsê bi rêxistinên hawîrdorparêz re çêdike.

Rêveberê rêxistina Greenpeace Fransa Nîcolas Nace ji radyoya France Înfo re axivî, got ji hêla ASN ve dirêjkirina dema xebatê ya santralên nukleer û tenê bi zêdekirina tevdîran qîma xwe pêanîn şaş e.  Nace got  tevdîrên ku ASN pêşniyar dike û tevdîrên ewlehiyê li gorî reaktorên bi rengê EPR ku hê nû ne, kêmtir ewle ne.

Rêveberê Greenpeace her wiha bal kişande ser wê ye ku bicihanîna tevdîrên ku ASN pêşniyar kirine wê zû bi zû nebe. Nace diyar kir xebatên wiha bi derengî dikevin û her wiha santral jî kevin dibin. Nace her wiha diyar kir  tevdîrên zêde ku 2011'an li Japonya piştî bobelata nukleer a li bajarê Fukuşîmayê he jî neqediyane.