Welat û bajarên ku bi helandina qeşayê re di nava avê de bimînin

Germahiya Glogal êdî gihîştiye wê astê ku pirsgirêkên li cîhanê hemû li pey xwe hiştiye. Tê texmînkirin ku bi helîna qeşayê re wê gelek welat û bajar di nava avê de bimînin.

Di dîmenekî de ku li Natîonal Geographîc hate weşandin, tê nîşandan ku dema qeşa ji ber germahiya global heliyan wê çi bibe.

Li gorî texmînan, eger qeşa hemû bihele wê ava li okyanûsan bi 65 metreyî bilind bibe, germahiya salane jî ji 14 pileyî wê bigihêje 26 pileyî. Ev yek tê wê wateyê ku cografya heyî ya cîhanê wê bi rengekî cidî biguhere. Gelek welatên li qiraxa derya û okyanûsan, her wiha gelek bajarên naskirî wê di nava avê de bimînin.

HELÎNA TEMAMIYA QEŞAYÊ WÊ 5 HEZAR SALAN DEWAM BIKE

Germahiya global ji dawiya sedsala 19'an û vir ve tê kirin û nirxandinên li ser germahiyê jî li gorî vê yekê tê kirin. Heta sala 2020'î li gorî asta beriya pîşesaziyê ya navbera salên 1850-1900'î germahî bi 1.2 pileyî zêde bûye.

Lêkolînên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine kirin nîşan didin ku germahiya global eger di ser 2 pileyî re zêde bibe wê qeşa zûtir bihele û bi guherîna avhewayê re wê krîzên civakî û aborî rû bidin. Ji xwe tê texmînkirin ku gelek bajarên li peravan di nava avê de bimînin, yan jî ji ber ziwatiyê yan jî bûyerên cuda yê avhewayê, qadên çandiniyê ji holê rabin. Ev yek jî wê ji aliyekî ve metirsiya li ser birçîbûnê zêde bike, li aliyê din jî şerê li ser avê bixe rojevê û bi sed milyonan mirov koçber bibin.

Lêkolîna Natîonal Geographîc jî li ser texmîna zêdebûna germahiya global bi 12 pileyî û helandina temamiya qeşayê li cîhanê tê kirin. Tê texmînkirin ku ev pêvajo jî di nava 5 hezar salî de temam bibe.

HOLLANDA WÊ BIBE WELATÊ DESTPÊKÊ KU JI HOLÊ RABE

Bi germahiya global re gelek welat beriya derbasbûna hezaran salî wê di nava avê de bimînin. Ya destpêkê jî Hollanda ye ku xaka wê ji sedî 40'î piştî salên 1950'î hatiye dagirtin. Navê vî welatî bi xwe tê wateya 'nizmbûna ji deryayê' (Nederland), welatê jêrîn.

LI GELEK PARZEMÎNAN WÊ BAJARÊN MEZIN DI NAVA AVÊ DE BIMÎNIN

Ji 200 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî bi dehan ji wan welatên ji giravan pêk tên. Bi helandina qeşayê re tê payin ku piraniya wan di nava avê de bimînin. Beriya ku bigihêje 5 hezar salî, gelek bajarên ku aboriya wan niha gelekî mezin e, wê di nava avê de bimînin. Dema ku bilindahiya ava okyanûsê bi helandina qeşayê re gihîşt 65 metreyî hingî wê paytexta Îngilistan London di nava avê de bimînin. Bajarê Marsîlya yê Fransayê, bajarê Venedîk ê Îtalyayê yan jî paytexta Danîmarka Kopenhagen bi helandina qeşayê re wê bibin qurbanî.

Tê texmînkirin ku li Derya Reş û Derya Xazarê asta avê bi dehan qatî bilind bibe, li Emerîka Bakur û Navîn bi taybetî li peravên Atlantîkê guherînên mezin pêk werin. New York, Mîamî, Havana yan jî Cancûn wê bibin bajarên destpêkê yên di nava avê de bimînin. Her wiha San Francîsco wê bi giranî di nava avê de bimîne.

Li Emerîka Başûr bi bilindbûna asta ava okyanûsê re qada Amazonê û Okyanûsa Atlantîkê wê bigihêjin hev û bajarên Asûncîon, Bûenos Aîres an jî Montevîdeo di nava avê de bimînin.

BAJARÊN ASYAYÊ YÊN DI NAVA AVÊ DE BIMÎNIN

Parzemîneke din a ku bi helandina qeşayê re bandoreke mezi lê bibe, Asya ye. Herî zêde wê bandor li başûr û başûrrojhilatê parzemînê bibe. Tê texmînikrin ku Bangladeş di nava avê de bimîne. Her wiha li Hindistan û Çînê gelek bajarên mezin di nava avê de bimînin. Bajarên Calcûtta û Bombay ên Hindistanê û bajarên Pekîn û Şangay ên Çînê çend ji van bajaran e.

Her wiha tê payin ku Kamboçya bibe giravek ji Asyayê qut bûye.

Di rewşeke bi heman rengî de tê payin ku av biherike heta herêmên navîn ên Awûstralyayê û golên mezin çêbibe. Ev jî wê cografya vî welatî bi temamî biguherîne.

Li parzemîna Efrîkayê jî bilindbûna avê wê paytexta Misir Qahîreyê, paytxexta Senegal Dakarê, bajarê mezin ê Nîjeryayê Lagosê daqurtîne.