Komek çalakvanên jin di çarçoveya Roja Çalakiyê ya Navneteweyî ya ji bo Ocalan de, roja 30’ê Hezîranê li bajarê Popayan ê Kolombiyayê çalakî li dar xistin. Jinan li ser banga Tevgera Jinên Kurdistanê li Girê Morro yê ku ji hêla gelê xwecihî ve pîroz tê dîtin, ji bo azadiya Rêber Apo çalakî li dar xistin.
Çalakî bi pankarta "Li çiyayan li me negerin, em li her derê ne" dest pê kir, bi belavkirina broşûrên ku paradîgmaya Rêber Apo rave dikin dom kir.
Jinên ku tevahiya rojê bi raya giştî re têkiliyek takekesî danîn, pirsa "Azadî ji bo we tê çi wateyê?" pirsîn, 71 name berhev kirin û xistin qutiyek posteyê ya sembolîk. Hat diyarkirin ku name wê ji Girava Îmraliyê re werin şandin.
'EZ DIXWAZIM SERDANA OCALAN BIKIM’
Di çalakiyê de yek ji xalên balkêş, vîdeoya ji bo piştgiriya kampanyaya navneteweyî ya ji bo serdana Ocalan hatibû destpêkirin bû. Jinan bê Rêber Apo ji bo wan çi îfade dike anîn ziman û hestên xwe bi gotinên wekî "Ez dixwazim serdana Ocalan bikim ji ber ku ez dixwazim fam bikim ka ew çawa di girtîgehê de azad bûye", "Ez dixwazim wî bibînim ji ber ku ez dixwazim rêxistinên ku ji projeyên wî îlham girtine bi wî re parve bikim", "Ez dixwazim wî bibînim ji ber ku ez dixwazim bila bizanibe bê li her derê çend ji me hene", "Ez dixwazim serdana Ocalan bikim ji ber ku ez dixwazim hemû hezkirin û hembêzkirinên ji wî re hatine şandin bigihînimê" parve kirin.
RASTERAST BI GEL RE TÊKILÎ DANÎN
Jinan di tevahiya çalakiyê de rasterast bi raya giştî re danûstandin kirin. Sohbet, bi pirsa "Ji bo we azadî tê çi wateyê?" dest pê kir, piştre şert û mercên tecrîdê yên ku Rêber Apo tê de bû rave kirin û derbarê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de agahî parve kirin.
Di encama van diyalogan de, bi tevahî 71 nameyên ku jin, mêr, zarok û firoşkarên kolanan nivîsandin, kom kirin. Name di qutiyek posteyê ya sembolîk de ku bi wêneyên Rêber Apo hatibû xemilandin, hatin komkirin.
Jinên ku çalakî organîze kirin anîn ziman ku wê van nameyan di rojên pêş de bi rêya posteyê ji Girava Îmraliyê re bişînin; armanca wan ew e ku daxwazên azadiyê yên ji deverên cûda yên cîhanê derdikevin holê û li dijî tecrîdê xeteke hevgirtinê ya navneteweyî biafirînin.