Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Li gor lêkolînekê, qutkirina alîkarîyên mirovî yên Emerîkayê, dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyonan zêdetir a mirovan.

Li gor lêkolînek nû a kovara tendûristîyê The Lancetê, di dema Donald Trump de bîryarên ku bo qutkirina alîkarîyên mirovî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên bo derveyî welat, dibe ku heya 2030’an bibe sedema mirina 14 mîlyon zêdetir mirovan. Lêkolîner diyar dikin ku ji van mirinan nêzî 4,5 mîlyon dê zarok bin.

Li gor pisporan, qutkirina alîkarîyan dê herî zêde li ser welatên ku dahatûya wan kêm û navîn bike û xizmetên tenduristiyê paşve bimînin. Ev yêk jî dê pêşveçûna 20 salan a van welatan berevajî bike. Davîde Rasella ku vê lêkolînê rêve dibe wiha got, “Bandorên vê rewşê dibe ku wekî pandemîyek gerdunî an jî wekî şerek mezin têsîr bike.”   

Lêkolînên di navabera 2001 û 2021’an de nîşan dide ku Ajansa Pêşveçûne a Emerîkayê (USAID) bi fînanskirina 91 bernameyan pêşîya mîlyonan mirinan girtiye. Bi saya van alîkarîyan, mirinên girêdayî HIV/AIDS’ê ji sedî 74, mirinên ji tayê ji sedî 53 û mirinên ji ber nexweşiyên tropîkal jî ji sedî 51 kêm kiriye.

Ev xebata ku bi piştgirîya ajansek gerdûnî a pêşveçûnê ve hatibû fînanse kirin, li bajarê Sevilla Îspanîyayê hat li darxistin, lê DYE beşdar nebû.

Pispor hişyar dikin ku ne tenê qutkirina alîkariyên DYE’yê di heman demî de qutkirina bûtçeyên alîkarîyê yên wekî İngilterê, Elmanya û Fransayê jî dibe ku bibe sedama zêdebûna mirinan. Li gor lêkolîneran “Niha demê zêdekirina bûtça alîkarîyê ye; ne kêm kirinê ye.”