Li ser banga hevpar a tevgerên enternasyonalîst û saziyên Kurd Roja Çalakiyê ya Cîhanî hate lidarxistin. Di çalakiyên xêzkirina dîwaran, xwepêşandan, xebatên posteran, komên xwendinê û çalakiyên li ber nûnertiyên dîplomatîk de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin xwestin. Di heman demê de, bang li dewleta Tirk û saziyên navneteweyî hate kirin ku pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin û girtiyên siyasî serbest berdin.
Li Kolombiya û Swêdê li ser dîwaran wêneyên mezin hatin xêzkirin. Li ser wêneyên hatine xêzkirin peyama "Li çiyayan li me negerin, em li her derê ne" li kêleka portrên Rêber Apo hate nivîsandin.
Li bajarên wekî Oulu ya Fînlandiyayê û Marsîlya ya Fransayê poster û çalakiyên agahdarkirinê hatin lidarxistin.
Li Ljubljana ya Slovenya, Tevgera Dij-Desthilatdariyê pankartek bi nivîsa "Azadî ji bo Ocalan - Aştî û siberojek demokratîk ji bo Rojhilata Navîn û derveyî wê" li ser balyozxaneya Tirkiyeyê daliqand.
Li Katalonyayê, kesên ku di çarçoveya festîvalek havînê de hatin cem hev, behsa hêza çareseriya gerdûnî ya Konfederalîzma Demokratîk kirin û peyama xwişk-biratiyê bi gelê Kurd re dan.
Li Marsîlyayê, bi pêşengiya CIMK’ê û Komîteya Ciwanên Kurd, xebatên agahdarkirinê hatin meşandin û hate gotin ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê divê bingehek siyasî û hiqûqî were danîn.
KAMPANYAYA NAVNETEWEYÎ
69 zanyarên xwediyê Xelata Nobelê piştgirî dan kampanyayê. Her wiha heta niha name ji CPT, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî re hatine şandin.
Di sala dawî de, kampanya bi rojên pirtûkan, konseran, çalakiyên hunerî û grevên birçîbûnê li zêdetirî 50 welatan berdewam kir.