'Cûreyên talanker li ser cihêrengiya biyo gefa herî mezin e'

Kêzik û cûreyên din ên talanker ku bi germahiya globla re her sal zêdetir dibin, li ser cihêrengiya biyo ya li cîhanê gefeke mezin e.

Dîrektorê lêkolîna li Zanîngeha Parîs-Saclay a Navenda Lêkolînên Zanistî yên Neteweyî ya Fransayê (CNRS) Franck Courchamp ji radyoya Franceinfo re axivî û bal kişand ser metirsiya ji ber 'cûreyên talanker' rû daye ku bi germahiya global re zêde bûye.

Coruchamp diyar kir, tevî cûreyên cuda yên kêzikan, cûreyên talanker ên li qadên çandiniyê yan jî herêmên xwezayî belav bûne, "yek ji sedemên herî girîng ên gefa li ser cihêrengiya biyo ne" û encamên lêkolîna li ser vê mijarê yê li kovara Nature hatine weşandin, parve kir.

Courchamp anî ziman, maliyeta kêzikan, heywanên dirantûj an jî pisîkan di nava 40 salî de li cîhanê 1.3 trîlyon dolar e û destnîşan kir ku divê razemenî li astengkirina zêdebûna cûreyên talanker bê kirin. Chourchamp diyar kir, ev cûreyên talanker bi destê mirovan tên veguhastin û bi razemeniya li ser astengkrina wan, pêşî li zerara dibin sedem dikare bê girtin.

Frankch Courchamp ragihand, cûreyên ku gefê li cihêrengiya biyo dixwin, li ser erdê yan jî li nava avê dijîn; kuvark an jî hin nebat jî di nava vê komê de hene. Courchamp destnîşan kir, yekane aliyê hevpar ê cûreyên talanker ew e ku ji derveyî qadên ku dixisirînin tên.