Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ji bo aşiyan hişyarî kir

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar kir ku di çarçoveya bernameya bi navê Covaxê de ya ji bo şewbê, aşiyên li welatên hejar hatine belavkirin gelekî kêm e.

Bi milyaran aşiya li hemberî şewba Covîd-19’ê hate hilberandin ev aşî bêtir li welatên DYE, Rûsya, Çîn, welatên Ewropayê û li welatên pêşketî hate parvekirin. Ji bo çareserkirina vê edaleta di aşiyan de ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê bi navê Covaxê pergalek hatibû çêkirin, ev pergal hêdî dimeşe.

Hinek welatan li gorî derfetên xwe hinek aşî kirin û bi rêya Covaxê jî heta niha bi tenê 20 milyon aşiya Covîd-19’ê ji welatên hewce re hatiye şandin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Adhanom Geheybreyeûs diyar kir ku hefteya pêş wê 14,4 milyon aşiyan bişînin ji 31 welatan re. Geheybreyeûs diyar kir ku heta dawiya meha Gulanê li welatên hejar encax ji sedî 2,3’ê gel werin aşîkirin.

Geheybreyeûs welatên dewlemend rexne kir û diyar kir ku gelek welatan aşî depo kirine.