KCDK-E'yê Cejna Paskalyayê pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê Cejna Paskalyayê pîroz kir û got, "Ji bo jiyaneke hevpar, û azad a ji nasname û baweriyên cuda, em bi hev re têbikoşin û vê jiyana hevpar ava bikin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê têkildarî Cejna Paskalyayê daxuyaniyek da û got, "Mezopotamya her tim bûye ew qad ku mirovahî lê bi pêş ketiye û jiyana hevpar ava bûye. Efrîn beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve bê dagirkirin yek ji mînakên herî baş ên vê yekê bû. Gelên ku di nava aştiyê de bûn, jiyaneke hevpar ava kiribûn. Paskalya bi sîstema jiyana hevpar a azadîparêz, wekhevîparêz a bawerî û nasnameyên cuda bû yek."

Peyama KCDK-E'yê wiha dewam kir, "Ji bo jiyaneke hevpar, û azad a ji nasname û baweriyên cuda, em bi hev re têbikoşin û vê jiyana hevpar ava bikin. Jiyana bi hev re ya bawerî, çand û cihêrengiyan yekane rêya rizgariya mirovahiyê ye."

Di dawiya peyamê de wiha hate gotin, "Bi vê wesîleyê, bi navê KCDK-E'yê em Cejna Paskalyayê ya civata Xiristiyan bi hêviya ku piştevaniya navbera gelan û baweriyan xurtir bike, bi baweriya ku bibe sedema aştî, biratî û azadiyê li tevahiya cîhanê, pîroz dikin."