Li Antartîkayê qeşayeke bi qasî Nisêbînê ji çiyayê qeşayî felq bû

Li Antartîkayê qeşayeke bi mezinahiya xwe bi qasî Nisêbînê çi çiyayê qeşayî felq bû.

Ji mêj ve bû ku lêkolên Ingilîz diyar dikirin ku rûdaneke wiha bibe û fikarên xwe dianîn ser ziman.  Qaşeya ku ji çiayê qeşayê felq bûyî li nêzî stesyona lêkolê ya Ingilîz pêk hat.

Hate ragihandin bloka qeşayê ya bi mezinahiya 1.270 kîlometreyî ji çiyayê qeyşayî felq bû.

Hate diyarkirin ti ziyan negihaye ser ti mirovî, ji ber ku stesyona Ingilîz Hallev VI 30 km dûrî cihê rûdanê bûye. Li gorî daxuyaniya BAS'ê (British Antarctic Survey ) ku saziya lêkol a qadên cemseran e, 12 xebatkarên stesyonê Sibatê bi balafirê ji wir hatine derxistin.

Midûrê BAS'ê Jane Francîs got, ''Ekîbên me ji mêj ve hazir bûn ku çiyayî berfê ji plaftoma qeşayê ya Brûntê feql bibe.''

Midûrê operasyonê ya BAS'ê Sîmon Garrod got ji niha û pê ve  xebatên wan wê zêdetir li ser rewşê bisekinin û karîgeriya potansîyel a plotaya qeşayê ya mayî bihelsengînin.

Tê gotin mehên pêş dibe ku qeşaya ku felq bûyî dûr bikeve an jî li bejahiyekê rûnê an jî li derdorê bimîne.