Xela: Bi milyonan mirov li ber mirinê ne

Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navneteweyî hişyariyê didin, ku ji ber krîza birçîbûnê ya ku par ji pênc paran parekî zêdetir bû, bi milyonan mirov li ber mirinê ne.

Bi şewba Covîd-19 re xizaniyê bandor li 900 milyon mirovî kir. Bi dehan milyon mirov jî birçî mane.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres ji Konseya Ewlekariyê ya NY'ê re axivî û hişyarî da ku ji ber sedemên avhewayê û şewba global, hejmara mirovên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin wê zêde bibe. Li gorî Gûterres eger bi lezgînî tevnegerin wê bi milyonan mirov bikevin nava rîska 'birçîbûn û mirinê'.

30 MILYON MIROV DI NAVA XELAYÊ DE NE

Gûterres bal kişand ser girîngiya wê yekê ku divê welatên NY'ê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û anî ziman ku birçîbûn bi giranî li 30 welatî zêde ye. Gûterres destnîşan kir ku zêdeyî 30 milyon kes yekser di nava birçîbûneke giran de ne.

Gûterres hişyarî da ku eger pirsgirêka birçîbûnê neyê çareserkirin wê şer giran bibe û got, "Birçîbûn û xela êdî ne pirsgirêkeke xwarinê ye. Êdî pirsgirêkeke ku bi giranî ji ber mirovan rû dide." Gûterres destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku di sedsala 21'ê de pirsgirêka xelayê hebe.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Gûterres ve hatin parvekirin di sala 2020'î de 88 milyon mirov di nava birçîbûneke giran de bû ku ev rêje li gorî salek beriya wê ji sedî 20 zêde bû. Ji van kesan 34 milyon mirov, jin û zarok bûn.

Tevî Yemen, Sûriye û Efganistanê ku şerê navxweyî lê dewam dike, li welatên Efrîkayê li herêma Sahelê, Somalî, Etiyopya, Cîbûtî û Erître, li Başûrê Sûdanê û Herêma Qiloçê Efrîkayê birçîbûn lê zêde ye.

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Lînda Thomas-Greenfîled jî qebûl kir ku krîza birçîbûnê ji ber mirovan e, lewma divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe rabin.

'JI BIRÇÎBÛNÊ NAMIRIN, HETA BIMIRIN BIRÇÎ NE'

Dîrektora saziya bi navê Oxfam Înternatîonal Gabrîela Bûcher got, "Mirov (li herêmên birçîbûn lê hene) ji birçîbûnê namirin. Mirov heta dimirin birçî ne."

Li gorî daneyên Dîrektorê Giştî yê Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) Davîd Beasley jî, metirsiya xelayê bandora herî giran li Yemenê kiriye. Beasley diyar kir ku 16 milyon mirovên li vî welatî ku nîvê nifûsê ye di rewşeke krîtîk de ne û got, "Eger em bi lez nekevin nava liv û tevgerê, li Yemenê wê îsal bi qasî 400 hezar zarok bimirin. Yanî her 75 saniyeyan carekê wê zarokek bimire."