Germbûna Cîhanî: Mewsîma havînî her ku diçe dirêj dibe

Li gorî lêkolîna saziya bi navê Advancing earth and space science ji ber germbûna cîhanî her ku diçe rojên havînî zêdetir dibin.

Di lêkolînê de lêkolan dêhna xwe dane ser guherînên di navbeyna salên 1952-2011'an de. Li gorî lêkolînê hijmara rojên havînî di navbeyna 78-95'an rajan de diçe û tê, di wan rojên din de ku mirov dikarîbû tevlî mewsîmên din bike kêmtir bûne.

Eynî serdemê herî kêm rojên biharî kêm bûne. Hijmara wan rojên ku dikarin tevlî biharê bibin ji 124'an kêmî 1115'an bûne.

Her wiha rojên payizî ji 87'an kêmî 82'yan rojên zivistanê jî ji 76'an kêmî 73'yan bûne.

Yek ji encama dî ya balkêş a lêkolînê jî ew e ku havîn her ku diçe zûtir dest pê dike. Dema ku havîn dereng dest pê dike payiz û zivistan jî bi derengî dikevin. Bi ser de her sal hê germtir dibe.

Mînak li welatên Deryaya Spî ji ber germbûna cîhanî havîn ji 1950'î û wir ve bi giştî serê her deh salan 8 rojan dirêj dibe.

Yek ji encama dî ya lêkolînê jî ew e ku heke ji bo germbûna global di tevdîr neyên standin heta sala 2100'î mehên havînî wê mehekê zûtir dest pê bikin, bi qasî nîv mehê jî wê derengtir biqedin. Li gorî vî hesabî dawiya sedsalê havîn heta bi şeş mehan jî wê bikaribe biçe.

Yek ji sedema sereke ya germbûna cîhanî di serî de CO2 û gaza karîger a serayê ye. Li gorî peymana 2016'an ku sala 2016'an bi pêşengiya NY'yê hatibû îmzekirin, gelek welatên mezin qewlên xwe yên ji bo kêmkirina berdana gazê pir kêm bi cih tînin.

Li gorî lêkolînan germbûna cîhanê tesîra xwe li ser derdorê, qadên çandinî û tendiristiya mirovî dike. Ji ber sedema ku pêla germbûnê wê zêde bibe, tê zanîn şewata daristanan wê zêde bibe, ji ber sedema helîna cihên qeşayî asta ava deryayî wê zêde bibe û ba û bager û şape zêdetir rabin.