Germahiya global herî pir wê li herêmên tropîkal bide

Li gorî lêkolînekê ku di kovara Nature Geoscîence de weşiyaye, tesîra herî zêde ya germbûna global bi piranî wê li herêmên tropîkal ên welatên hejar were dîtin.

Germahiya global li gorî asta sedsala 192an heke 1,5 pîleyî zêde bibe tê zanîn ku ev ê tesîra xwe li ser b milyaran mirovî bike.

Li gorî lêkolîna ku ji Zanîngeha Prînctetonê rêveberiya Yî Zhangê kirî û encamên wê di Nature Geoscîence de weşiyayî zêdebûna 1,5 pîleyî jî wê zorê li 'kapasîteya adaptasyona mirov' bike. Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku bedena mirov di germahiya 35 pîleyî de jî ji bo danîna hevsenga tînê û hênikkirina organizmayê zor lê dibe, bi germbûna global re li herêmên tropîkal ên li dora xeta Ekvatorê mirov wê pir ji vê karîger bibin.

Li gorî lêkolînê nifûsa cîhanê 40 ji 100'î li herêmên tropîkal dijî û ber bi 2050'î ve ev rêje wê bibe 50 ji 100'î. Di lêkolînê de zêdebûna germahiyê ku li gorî sedsala 19'an rêjeya 1 pîleyî jî zêde bibe ev ê rewşa herêmên tropîkal giran bike.