KCDK-E, TJK-E û MEH'ê peyama piştevaniyê ji bo cotkar û masîgirên Hîndî dan

KCDK-E, TJK-E û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê peyama piştevaniyê ji bo cotkar û masîgirên Hîndî nîşan dan ku niha li ber xwe didin û gotin, ''Ya gel divê li cem gel be.''

Li Hindîstanê tevgera hawîrdorparêz û ekolojiyê, rêxistinên qada sivîl li dijî polîtîkayên hilweşên ên hikûmeta Modî yên li ser kanên sirûştî li ber xwe didin. 

Di peyama piştevaniyê de hate gotin, ''Li nav gelek dewletan şemîtina bi ser rastgiriyê de, millîyetgirî, populîzm, dijminatiya li jinê, kedkaran, cotkaran, li Hindîstanê bi hikûmeta Modî re ya ku partiya rastgir BJP'ê pêk aniye, bi rengekî aşkere xuya dike. Lê li dijî van polîtîkayan li her deverê berxwedaniyeke mezin tê kirin. Di serê van berxwedanan de vê dema dawî berxwedana cotkaran û masîgiran heye.''

Di peyamê de hate gotin, ''Masîgir û cotkarên ku li ber xwe didin û tevgerên hawîrdorparêz û ekolojîk ên Hîndî xwestin ku têkoşîna azadiya Kurd jî piştevaniya wan bike. Di çalakiya îro de li qadên avî ku hikûmetê kiriye herêma qedexe cotkar û masîgir wê xwepêşandaneke aştîxwaz bikin, nîşan bidin ku ev qad bi sedan salan in yên wan in.''

Her wiha li ser navê KCDK-E'yê Elîf Sarican Eylemcî peyama piştevaniyê da, masîgir û cotkarên Hîndû slav kir û got bi navê Kurdan ew piştevaniya wan dikin.

Elîf Sarican got divê bi rengekî demokratîk nêzîkêatî li kanên sirûştî yên gelê Laktok were kirin, bi gotina, ''Ya gel divê ya gel bimîne'' û diyar kir gel bi hezaran sal in bi sirûştê re bi harmoniyekê dijîn.

Hevserokê Federasyona Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewûstralyayê û nûnerê KCDK-E'yê Ismet Taştan jî têkoşîna gelê ya Laktok slasv kir û çalakiya wan pîroz kir.

Taştan got, ''Em jî gelekî weke we ne ku li ber xwe didin. Berxwedana we hêzê dide me û bawer im berxwedana me jî wê hêzê bide we. Rêberê têkoşîna me Abdullah Ocalan ji bo ku demokrasiyê, mafê jinan û mirovan dixwaze û ji bo dmeokrasiyê ji bo sîstema ekolojiyê û her kesî re dixwaze ev 22 sal in girtî ye. Em li ber xwe didin. Hûn jî li ber xwe didin. Berxwedana we ya me û berxwedana me ya we ye.''

Li ser navê TJK-E'yê jî Berfîn Gozen peyama piştevaniyê da, berxwedana gelê Loktak lav kir û got gelê Kurd bi wan re ye.

Gozen got, ''Em Kurd dibêjin, ''Berxwedan jiyan e''. Ji ber vê em bi we re, mil bi mil têdikoşin û ji bo ku berxwedaniya we xurtir bibe em piştevaniya xwe diyar dikin, hezkirina xwe şanî we didin.''

Li ser navê MEH'ê jî Ercan Ayboga peyam da. Ayboga jî peyama piştavaniyê da, bal kişande ser giringiya piştevaniya navnetewî û ji gelê Laktok re serkeftin xwest.