Li Geliyê Zîlan xweza tê talankirin

Li Geliyê Zîlanê, ku bi hezaran Kurd lê hatibûn qetilkirin, tevî nerazîbûn û li ber rabûnê jî, karê ji bo çêkirina Santralên Hîdroelektrîkê dewam dike.

Li Deşta Zîlanê ya li navçeya Erdîşê ya Wanê, karê ji bo çêkirina Santralên Hîdroelektrîk (HES) di dema şewba koronayê de zêdetir bû. Du jê li Geliyê Zîlanê, du jî li Taxa Ilicayê tên çêkirin. Piştî ku Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) destûr ji bo çêkirina her çar HES'an da, şîrketê di sala 2013'an de dest bi kar kiribû, lê ji ber ku nekarî welatiyan qanih bike, ve carê gef xwaribû. Ji ber encam ji vê rêbazê jî negirt, ji bo karibe sala 2014'an dest bi kar bike, bi lez û bez dest bi desteserkirinê kiribû. Şêniyên herêmê jî doz li vê yekê vekiribûn û Daîreya 6'an a Desteya Şêwirmendiyê biryara cemawerîkirinê rawestandibû. Tevî vê biryarê jî şîrketê dema şewbê ji xwe re kir firsend û jinûve dest bi pêşkirina HES'ê kir.

Geliyê Zîlanê ku HES lê tê çêkirin, di hiş û mejiyê Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Komkujiya Geliyê Zîlan ku di hişê Kurdan re tavma ye, di Tîrmeha 1930'î qewimî. Baskê 9'emîn ê artêşê beriya ku dest bi 'operasyona Agirî ya Sêyemîn' bike, li dijî Kurdên ku xwe li Geliyê Zîlanê girtibûn komkujî kir. Rojnameya Cûmhûriyetê ya wê demê bi sernavê "Geliyê Zîlanê lebalep bi cesedan tijî bû" komkujî ragihandibû. Di komkujiya Zîlanê de nêzî 30 hezar Kurd hatin qetilkirin.

ARMANC EW E KU BI ZEXTA KOÇBERIYÊ HERÊMÊ BIKE QADA CERDEVANAN

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê Şahabettîn Demîr, çêkirina HES'ê li Geliyê Zîlanê weke 'Komkujiya Zîlanê ya 2'emîn' pênase kir û got, "Li herêma Zîlanê bi sedan populasyona zindiyan heye. Ji aliyê nebatan ve jî dewlemend e. Gelek nebatên endemîk lê ne. Mirovên li vê herêmê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Zozan çend sal in bi hinceta qadên ewlekariyê têne qedexekirin. Hewl tê dayin ku sîstema cerdevaniyê bê berfirehkirin. Bi reya HES'ê zexta koçberiyê li gel tê kirin. Li cihê ku komkujî lê kirine HES'ê çêdikin. Ev yek ji bo me manîdar e. Komkujiya Zîlanê ti carî ji bîr naçe, ji ber ku êşa hevpar a Kurdan e."

BI HES'Ê RE WÊ ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ JÎ BIQEDE

Demîr bal kişand ser dorpêçiya li her qadê û got, "Di dema desthilatdariya AKP'ê de xweza hîn bêhtir hate talankirin... Dema ku HES hatin çêkirin wê av bê birîn, mirov wê nikaribe zeviyên xwe av bidin, çandinî û sewalkarî wê biqede. Sewalên çolî jî ji ber ku nikaribin avê peyda bikin wê bimirin. Seyê avî û masiyê bi simbêl ên ku li ber tunebûnê ne, li çemê Zîlanê ne. Hewl didin ku HES'ê di nava çend mehan de biqedînin ku kes pê nehesin. Doza me hîn jî dewam dike."

JENDERME GEFÊ LI GUNDIYAN DIXWIN

Demîr anî ziman ku jenderme gefê li gundiyan dixwin ji bo dozê venekin û got, "Em weke komek ji hevalan hatin. Me Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê ava kir. Bi tevgerên ekolojîk ên li Tirkiyeyê û derveyî welat dest bi vê pêvajoyê kir. Dixwazim vê yekê jî bêjim, me ji gelek tevgerên ekolojiyê yên li Tirkiyeyê piştgiriya ku hêvî dikir nekarî werbigirin.

Hêrsa ku li gelek qadan tê nîşandan, me li dijî HES ên li Zîlanê nedît. Ev yek jî gilî û gazinên me li tevgerên ekolojiyê ye. Zîlan di dilê gelê me de xwedî cihekî cuda ye. Beriya her tiştî li vê derê komkujiyeke mezin hate kirin. Gelo çi fêda HES'ê li gelê Zîlanê heye? Bi navê Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin. Gelê me bi ti awayî vê biryarê nas nake."