Ji bo kampanya 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî' banga piştgiriyê

Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, kampanya ku bi sê zaravayên Kurdî, her wiha bi Îngilîzî, Fransî, Elmanî û Tirkî hatiye destpêkirin, dewam dike.

Kampanya li ser Change.org bi pêşengiya Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji aliyê Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê hate destpêkirin.

Kampanya ku di 21'ê Sibatê de hate destpêkirin wê heta 15'ê Sibatê dewam bike. Îmzeyên tên komkirin wê ji saziyên pêwendîdar re bên şandin.

Di metnên kampanyayê de ku li gel sê zaravayên Kurdî bi çar zimanan hatine amadekirin, tê xwestin ku Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

Di metna kampanyayê de hate ragihandin, ku hewl tê dayin Kurd ji hebûn û çanda xwe bên dûrxistin, bênasname bên hiştin û hate gotin, "Îro li Rojhialta Navîn bi milyonan Kurd bi asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Li Cografya me, siyaseta serdest dixwaze Kurdan û zimanê wan ji holê rake."

Rêveberên kampanyayê dixwazin ku dawî li polîtîkayên şaş bên anîn û nasname û zimanê Kurd bê naskirin.

Di metna kampanyayê de hate gotin, "Divê zimanê Kurd bibe xwedî statuya qanûnî, bibe zimanê perwerdeyê."

BANGA JI BO PIŞTGIRIYA BI KAMPANYAYÊ RE

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku cih da kampanyayê, ji pêkhateyên Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Sûbaşi ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kir.

Sûbaşi got, "Heta ji destê me bê em li derdorê belav bikin. Kesekî bi tenê jî dikare xwe bigihîne bi sedan kesên li derdora xwe û em bi dikarin bi sed hezaran îmzeyan kom bikin."

Sûbaşi bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê ji bo neteweyekê û destnîşan kir ku şertê herî girîng ê Kurdmayinê, xwedîderketina li Kurdî ye.