Pêşî li tunebûna fîlên li Efrîkayê nayê girtin

Li gorî lêkolîneke dawî, fîlên li Efrîkayê, du ji sê paran kêm bûne û di demeke nêz de dibe ku bi temamî tune bibin.

Li gorî rapora saziya bi navê Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (UICN) kêmbûna hin cûreyên fîlan ên li Efrîkayê gihîştiye asta ji sedî 80'î.

Di 'lîsteya sor' a UICN de ku li ser cûreyên di bin xeteriyê de ne hatiye amadekirin, bi taybetî işaret bi rewşa fîlan tê kirin. Li gorî raporê, Fîl3en Daristana Efrîkayê (Loxodonta cyclotis) ku bi giranî li daristanên rojava û herêmên navîn ên Efrîkayê ne, cûreyê wan di nava 30 salên dawî de bi rêjeya ji sedî 86'î kêm bûye.

Fîlê Savan ê Efrîkayê (Loxodonta africana) ku weke heywanê herî mezin ê li bejahiyê ye, di rewşeke heman metirsîdariyê de ye. Li gorî UICN'ê, nifûsa van fîlan di nava 50 salên dawî de bi rêjeya ji sedî 60'î kêm bûye.

Li gorî daneyên UICN'ê, nifûsa hemû cûreyên fîlan ên li Efrîkayê ku hejmara wan sala 1970'î derdora 1.5 milyonî bû, heta sala 2016'an di nava 46 salan de daket 415 hezarî. Ev jî tê wê wateyê ku ji sê paran du parê wan tune bûne.

TUNEKIRINA QADÊN WAN ÊN JIYANÊ Û NÊÇIRA JI BO DIRANÊ FÎLAN

Di ve mijarê de du sedem derdikevin pêş. Li parzemînê bi kêmbûna nifûsê re qadên daristanî bi lez kêm dibe. Ji ber ku qadên wan ên jiyanê tune dibe, fîlên daristanê yên Efrîkayê jî kêm dibin.

Sedemeke din jî komkujiyên ji bo bazirganiya diranê fîlan e. Li gel tedbîrên civaka navneteweyî jî her sal ji 20 heta 30 hezar fîl bi vê armancê tên qetilkirin.

Li gorî Saziya bi navê Save the Elephants û serokê koma pisporan a di bin sîwana UICN'ê de Benson Okita-Ouma, ev kêmbûn di asteke cidî de ye û metirsiyê bi rengekî şênber radixe pêş çavan.