Asta avê ya deryayê bi helîna li Nîvgiroverika Bakur zêde bû

Li gorî lêkolîna dawî ji ber qeşaya ku li Nîvgiroverika Bakur li dawiya Serdema Qeşayî heliyayî asta avê ya deryayê serê her sedsalê bi metroyan rabûye.

Li gorî lêkolîna ku pisporên Zanîngeha Durhamê ya Ingiltereyê kirî beriya ji ber helandina tebeqeyên qeşayê yên beriya bi 14 hezar salan di zêdebûna asta avê ya deryayê de bi roleke girîng rabûye. Hate diyarkirin rabûna avê ya wê serdemê ji ya niha 10 caran bileztir bûye.

Li gorî lêkolînan li dawiya serdema qeşayê beriya niha bi 14 hezar û 600 salî li Nîvgiroverika Bakur gelek qeşa heliyane. Û berevajî ya ku tê zanîn ne li Antartîkayê bi giştî li Bakurê Emerîka û Skandînavyayê ji ber helîna tebeqeyên qeşayê asta avê ya deryayê 500 salî pir rabûye.

Li gorî lêkolînê wê serdemê asta deryayê her sal bi giştî 3,6 metroyan rabûye, tenê wê serdemê 18 metroyan rabûye.

Yek ji endama hîndekariyê ya Beşa Cografyayê ya Zanîngeha Durhamê Pîppa Whîtehouse got lêkolîna wan germbûna cîhanî li ser rabûna asta avê ya deryayê pir îşaretan dide.

Whîtehouse diyar kir hê bersiva hin pirsan zelal nebûye, pirsa herî girîng a li ber wan e ew e ku hîn bibin bê ka çi bûye sedema helîna beriya niha bi 14 hezar û 600 salî.

Li gorî lêkolînê rabûna asta  avê ya deryayê li gorî wê demê 10 qatan bileztir e. Bi van daneyan heta dawiya sedsala 21'ê ava deryayê bi qasî 1-2 metroyan wê rabe.